Li dijî êrîşan banga yekîtiyê

  • 09:05 4 Kanûn 2022
  • Rojane
 
WAN - Siyasetmedaran bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava dan û banga yekitiyê û derxistina deng kirin.
 
Tirkiyeyê di şeva 19’ê Mijdarê de li hember Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa hewayî da destpêkirin. Di êrîşan de gelek welatî jiyana xwe ji dest dan. Di serî de li Kurdistan û her derê cîhanê li dijî êrîşan çalakî didomin û bang li saziyê navneteweyî tê kirin ku berpirsyariya xwe bînin cih. Jinên Wanê jî bertek nîşanê êrîşê Tirkiyeyê dan û banga hestiyariyê kirin.
 
‘Kurdan axa xwe parastin’
 
Hevşaredara Sarayê Caziye Duman da zanîn ku êrîş li hember destkeftiyên gelê Kurd û jinên Kurd e û wiha got: “Pergalên netew dewletê hev xwedî dikin. Gelê Kurd axa xwe ya bi têkoşînê bi dest xistine diparêzin. Di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Êrîş girêdayê hev in. Ev êrîş li hember gelê Kurd û gelên bindest in. AKP-MHP dixwaze mirovan li hember xwe bide tewandin û bi zextan polîtîka dikin dewrê. Tu mafê wan li ser Rojava tune lê êrîşan pêk tînin. Divê tu kes li dijî van polîtîkayan bêdeng nemînin.”
 
 
Êrîşa Îstîklalê hincet e
 
Hevşaredara Karaçoban a Erziromê Remziye Sonmez jî êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê ya di 13’ê Mijdarê de pêk hat bi bîr xist û got vê êrîşê dikin hincet û êrîşê Rojava dikin. Remziyeyê axaftina xwe wiha domand: “AKP-MHP beriya hilbijartinê ji xwe re li rê û rêbazan digere. Her kes dizane riya wan ne riya rast e.  Bi çi armancê ev êrîş tên kirin em dizanin. Vê wek alava hilbijartinê bi kar tîne. Çima em ji ber polîtîkayên AKP’ê bimirin. Çima zarokên Kurd bimirin. Divê em li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin. Divê her kes dengê xwe bilind bike. Ger em bertek nîşan nedin wê tevgera hewayî bike.  Divê em li berxwe bidin û xwedî lê derketin. Divê gelê Kurd xwedî li hev derkeve.
Me heta niha her tim şer dît. Em êdî naxwazin şer bibînin.”
 
‘Divê yekitî hebe’
 
Turkan Canbuten jî bertek nîşanê êrîşan da û got divê li dijî vî şerê ku bi salane didome her kes bibe yek û wiha dawî lê anî: “Divê tu kes bêdeng nemîne. Em bibin yek em ê vê rast bikin. Em xwedî lihev derkevin. Ji ber zîhniyetên qirêj bi salane em bedelên mezin didin. Êrîşên li hember Rojava li hember me ne. Em ji her alî de bandora vê hîs dikin. Em şer ji her alî de hîs dikin. Ji girtina rojnamegeran bigirin heta  tecrîda li ser girtiyan bandorê li ser her alî dikin.”