ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 4 Kanûn 2022
  • Rojev
 
*Çêkirina bendavan, şewitandina daristanan, birîna daran û ava qirêj ên kanên komirê di çarçoveya polîtîkayên taybet ên şer de tê meşandin. Bi awayeke sîstematîk li Botanê qirkirina xwezayê pêk tê, aktîvîsta ekolojiyê Sultan Gulsum, destnîşan kir ku qirkirina ekolojiyê qirkirina civakê ye.  (DOSYA) BI DÎMEN 
 
*Ji Platforma EŞÎK'ê Ozgul Kapdan der barê êrîşên li hember jinan axivî û got: “Di şerekî de sekna di eniyên cuda de ji bo jinê xeter e. Em di şerekî de ne. Şer li dijî jinê hatiye destpêkirin. Cihgirtina di çeperên cuda de ji bo jinê xeter e. Loma têkoşîna yekbûyî gelekî girîng e.” BI DÎMEN 
 
* “Cihê ku dewlet lê dixwaze rola li jinan ferz bike Girtîgeha Girtî ya Jinan e, ne ‘tîpa malê ye’. Di rêwitiya me ya revîrê ya 5 deqeyan de em bi evqas binpêkirin dibînin, hûn bifikirin li seranserê girtîgehê em çiqas binpêkirin dijîn.” MEDYA KIRÎTÎK
 
*Siyasetmedaran bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava dan û banga yekitiyê û derxistina deng kirin. BI DÎMEN 
 
* Ji 22 welatan 350 parêzerî bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî be name ji wezareta dadê re şandin. Mîchela Arrîcale ku ew jî nav de cih digire da zanîn ku hîna bersivek ji bo serlêdana wan nehatiye dayîn û fikrên Ocalan nikarin bên tecrîdkirin.
 
*Jina bi navê Gulcan Marhan bi mêrê navê Ahmet Marhan re di pêvajoya destberdanê de ye û bi salan Ahmet Marhan îşkence û tundî lê kiriye. Gulcanê wiha vegot: “Bila dewlet li dijî pirsgirêka jinê hestiyar be. Hevjînê min derkeve wê min bikuje. Ger ez bêm kuştin vê nûçeya min dîsa biweşînin.” DÎMEN HEYE