DFG'ê Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran eşkere kir

  • 16:48 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Di salvegera bobekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de DFG'ê Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran eşkere kir. Di raporê de hat gotin:"Em careke din bi dengekî bilind dibêjin ku em vê qebûl nakin û dixwazin demildest hemû hempîşeyên me yên girtî serbest werin berdan. "
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora meha mijdarê ya Binpêkirina Mafên Rojnamegeran eşkere kir. DFG'ê di raporê de bal kişand ser binpêkirina mafên rojnamegeran û got divê rojnameger bên berdan. Li gor raporê niha 87 rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. 
 
Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:
 
"Îro 3’yê Kanunê ye. Buroya navendi ya Rojnameya Ozgur Ulke ya li taxa Cagaloglu ya Stenbolê û buroyên wê ya li Kadirga û Enqereyê hem wext hatin bombekirin. Fermana vê êrişê rasterast ji aliyê Serokwezîra demê ve hat dayîn û di encamê de xebatkarê Ozgur Ulkeyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da. Armanca bombekirina avahiyên rojnameyê ev bûn ku rê li ber ragihandinê bigirin ku gel agahiyan negire. Lê belê kedkarên Çapameniya Azad dotira rojê bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne” rojnameşa xwe derxistin. Bi vê encama pîroz helwest û biryardariya Çapameniya Azad berz kirin. Xebatkarên rojnameya Ozgur Ulkeyê hem deng li desthilatdariyê û hem jî deng li hempîşeyên xwe yên ku li hember vê êrişa mezin bêdeng mabûn kir. Ew kesên ku di wê serdemê de li dij êrişê bêdeng man îro jî heman kesin ku “Zagona Sansurê” ya dixwaze hemû medya muxalîf bêdeng bike pesend kirine. 
 
Piştî êrişa bombeyi ku 13’ê  Mijdarê li Taksîma Stanbolê  pêk hat desthilatdarî dest bi sansurê kir ku gel bê agahî bihêle. Bi rêbazên “Lewazkirina hêza bandê” malperên înternetê û platformên dijital hatin astengkirin. Di vê êrişê de 6 kesî jiyana axwe ji dest dan û 80 kes jî birindar bûn. Li gel ku hemû pisporên bêalî destnîşan kirin ku ev êriş bi destê hevkarên desthilatdariyê pêk hatiye jî desthilatdariyê êriş kir hinceta êrişa bir bi ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re. Vaşartina van êrişên ku dibin sedemê karesatên mezin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tê xwestin kiryar û pilangerên van êrişan bên vaşartin û rayagiştî di derbarê mijarê de nebin xwediyê agahiyên rast. Em wek Komaleya Rojnamegerên Dicle û Firatê ji bo wergirtina mafên agahiyên rast ên gel dê hata dawiyê têbikoşin. 
 
Ew hişmendiya ku duh rojname didan ber bombeyan, di 20’ê Mijdarê de jî li gelek bajarên Bakur Rojhilatê Suriyeyê û Herêma Federel a Kurdistanê bombe barand. Di van êrişên ku şûnwarên şêniyan kir armanc de hejmareke zêde sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Di van êrişan de rojnamegerên ku peywira xwe pêk dianî û nûçeyan dişopandin jî bûn hedef û jiyan axwe ji dest dan. Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Îsam Ebdullah dema xwest encama êrişa li Derîkê qeyd bike ew bi xwe bû hedef û jiyana xwe ji dest da û nûçegîhanê Stêrk TV’yê Mihemed Ceradî jî birîndar bû. Sed mixabin ev êriş ne êrişa yekemîn û ne jî dê bibe êrişa dawî. 
 
Van qetlîam û operasyonên li dij çapameniya Kurd, Operasyonê reşkirina heqîqetê û bêdengkirina rojnamegeran e. Ev desthilatdariya ku di dijberî û dijminahiya kurdan de tu sînoran nas nake bi tu awayî dê nikaribe rê li ber Çapameniya Azad bigire. Çapameniya Azad dê neyê bêdengkirin û di her şert û mercê de rastî û heqîqeta şer ji hemû aliyan ve ji bo gel dê ragihîne. Hewildana rojnamegeran a ji bo bibîranîna Rojnameger Îsam Ebdullah ya li Amedê bi hinceta biryara qedexekirina waliyê AKP-MHP’ê rê li ber hat girtin. 
 
Kedkarên Çapameniya Azad ên pênûsa  Ersîn Yildiz a 1994’an hilda û heta bi îro anîn dê îro jî xwedî li mîrateya Îsam Ebdullah derkevin û têkoşîna wan a ji bo şopandina heqîqedê bê navber dê bidomînin. 
 
Daxwaza hikûmeta AKP-MHP’ê ya di şert û mercên şer de pêkanîna hilbijartinan rasterast rojnameger kiriya hedef. Xebat û têkoşîna kedkarên Çapameniya Azad ji bo ronîkirina rastiya nûçeyê bi înad didome. Li gel ku bi vê xebata xwe dibe hedef û tê girtin jî ji medya alîgir û desthilatdariyê re înat her diçe xurtir û meztir dibe. Di operasyona 8'ê Hezîranê de li Amedê 16 û di operasyona 25’ê Cotmehê de ku navenda xwe Enqere bûn de 9 hempîşyên me hatin girtin. Hempîşeyên me yên kû di Hezîranê de hatine girtin ev 5 mehê wan li paş ma. Lê hê jî ji bo wan îdîaname nehatiye amadekirin. Îtîraza ji bo hempîşeyên me yên 29’ê Cotmehê hatin girtin jî bi hinceta dozger di destûrê de bê bersiv ma. Tu daneyên ku wek sûc bê dîtin û di îdianameyên rojnamegerên girtî de bidin nîşandin nîn e. Lê daxwaz ev e ku rê li ber xebatên rojnamegeriyê bê girtin û tenê bi vê armancê rojnameger di girtîgehê de tên hiştin. Em careke din bi dengekî bilind dibêjin ku em vê qebûl nakin û dixwazin demildest hemû hempîşeyên me yên girtî serbest werin berdan. "