Şêniyên Dêrikê li dijî tecrîda Îmraliyê meş li dar xistin

  • 15:19 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
QAMIŞLO  - Li Dêrikê ya kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
 
Ji bo piştgiriya helwesta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku hevdîtina bi CPT’ê re red kiribûû şêniyên navçeya  Dêrikê ya kantona Qamişloyê meşek li dar xist.
 
Meşê li Qada Azadî dest pê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê geriya. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin û posterên wî hatin hildan.
 
Meş li qada sûka navendî rawestiya. Li vir ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştre endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Wesfiye Mûrad bal kişand ser hevgirtina pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Birêxistinbûyîna me, hevgirtina me û yekitiya me nîşaneya îrade û israra me ya têkbirina hemû komployên dewleta tirk û komploya li dijî Rêber Apo ye."
 
Wesfiye Mûrad diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan li dijî tevahî pêkhate; Kurd, Ereb û Suryanan e ji bo xwedîlêderketina berxwedana Rêber Apo bang kir.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Rêber Ocalan" bi dawî bû.