Li Mexribê bi pêşengiya jinan komxebatek hat lidarxistin

  • 11:44 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Bilind a Ragihandina Dengbêjî li Mexribê di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a li dijî şîdetê de, komxebatek li dar xist. Ev komxebat ji bo tevkariya qanûnîkirina medyayê ya di başkirina tedbîrên medyayî yên li ser mijara tundiya li ser jinan e.
 
Komîsyona Bilind a Ragihandina Dengbêjî li Mexribê komxebatek organîze kir ku nûnerên zêdetirî bîst rêxistinên civaka sivîl li hev kom kir, da ku ezmûnên di warê ragihandinê de bi medyayê re li ser mijara tundiya li ser jinan ronî bikin û bi hev re parve bikin.
 
Seroka Komîsyona Bilind a Ragihandina Dengbêjî Letîfe Axerbaş da zanîn ku rêxistinên civaka sivîl ne tenê ji bo rojnamevanan çavkaniyên agahdarkirina nêzîk in li ser mijara tundiya li ser jinan, di heman demê de di dînamîka giştî ya seferberiyê de ji bo yekbûna çanda wekhevî û bê tundiyê aktorek sereke ne û wiha pê de çû: “Têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingehê zayendî, ji bo vê pirsgirêka civakî ya pir tevlihev, bêguman bi avakirina nêzîkatiyeke pispor, piralî û rojnamevanî derbas dibe.”