Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike

  • 11:37 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li pey qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê Polîsên Hîcab ên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, dest pê kirin bi awayekî berfireh, tevî tundîtûjî, qetilkirin, girtin, îşkence û darvekirinan di hefteya 12’emîn de berdewam bûn.
 
Xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di serê hefteya 12’emîn de berdewambûn. Duh Îniyê li bajarên Beluçistanê welatî daketin kolanan û bi heman şêweyî li Rojhilatê Kurdistanê jî çalakî û xwepêşandan bi awayên cuda berdewam bûn.
 
Duh bi şev li bajarê Qurwe ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî girseyî jin û mêr bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gelek dirûşmên li dijî desthilatdariyê daketin kolanan û meş li dar xistin.
 
Li bajarên din jî çalakiyên bi şêweyên cuda, nivîsîna dirûşman û belavkirina agahiyên di derbarê xwepêşandana giştî de ku biryarê di nava vê hefteyê de were lidarxistin berdewam bû.
 
Her wiha li gelek bajarên Sîstan û Beluçistanê yên weke Zahîdan, Çabehar û Teftan xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin. Di van xwepêşandanan de ji carên din cudatir, gelek jinên Beluçî beşdarî xwepêşandanan bûn û dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dirûşmên ji bo piştgiriya xwepêşanderên Kurdistanê hatin berzkirin.
 
Di xwepêşandanan de ji ber gulebarana raste rast a hêzên rejîmê, gelek xwepêşander birîndar bûn.
 
Her wiha li bajarê Tehranê jî şêniyên Êkbatanê bi berzkirina dirûşman piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî nîşandan û ji bo serbestberdana wan zextê bikin banga helwesta giştî kirin.
 
Di heman demê de li bajarên Erak û Îze merasîma çileya du xwepêşanderan veguherî xwepêşandanê û dirûşmên li dijî desthilatiyê hatin berzkirin. Li Bender Enzel jî di dema pîrozbahiyên têkçûna Îranê ya di kupaya futbolê ya cîhanê de xwepêşandereke hatibû qetilkirin, li ser gora xwepêşanderê hat kuştin çalakiyek mezin hat lidarxisitn.
 
Hêjayî gotinê ye ku li gorî bilançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di xwepêşandanan de herî kêm 448 kes hatine qetilkirin ku piranî Kurd û Beluc in.
 
Her wiha li gorî bilançoya Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê zêdetirî 18 hezar kes di xwepêşanderan de hatine girtin ku piraniya wan aqûbeta wan nayê zanîn.