ROJEVA 03'YÊ KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 3 Kanûn 2022
  • Rojev
 
*Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Dumlu  girtiyan li dijî binpêkirinên mafan di odeyên yek hucre de dorveger dest bi greva birçîbûnê kirin. Yek ji van girtiyan Emrah Yakut e. Dayika wî Sabîha Yakut da zanîn ku divê şert û mercên girtiyan demildest bên rastkirin û banga hestiyariyê kir. BI DÎMEN
 
*Li Botanê polîtîkayên şer bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin. Siyasetmedarên jin ên Botanê bal kişandin ser mîrateya berxwedana jinên Botanê û gotin: "Bi rêxistinbûnê jin dikarin li dijî polîtîkayên şer û her wiha li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê li ber xwe bidin." (DOSYA) BI DÎMEN  
 
*Jinan diyar kirin ku budçeya ji bo şer û diyanetê tê veqetandin divê ji bo xurtkirina jinan, ji bo kreş û malên lênerînê bên veqetandin. BI DÎMEN
 
*Endama PM'ê ya HDP'ê Perîhan Agaoglu diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re li ser îrada jinê şerek hatiye destpêkirin û her ku tecrîd giran dibe rêbazên şer jî cuda dibin. BI DÎMEN