Ji 21 jinan 8 jin hatin girtin

  • 08:33 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Di nav 21 jinên ku hatî binçavkirin de 8 jin hatin girtin, derbarê 3 jinan de jî biryara hepsa malê hat dayîn û 10 jin jî hatin berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Amed, Stenbol, Îzmîr, Mûş, Agirî, Dîlok û Sêrtê 18 jin hatibûn binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin bi otobêsê anîn Enqereyê. Jinên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ne hevdîtin bi parêzerên xwe re kirin. Piştî 4 rojan jinên ku hatî binçavkirin duh anîn Edliya Enqerê.
 
Jinên ku hatin binçavkirin li emniyetê îfade nedan û diyar kirin ku dê li dozgeriyê îfade bidin. Îfadeya jinan duh li dozgeriyê 11 saetan dom kir. 12 dozger hatin pêywirdarkirin. 
 
Dozgerî bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û "ji bo rêxistinê xebatkirin" derbarê Fîgen Aras, Meral Şîmşek, Bedîa Akkaya, Dîdar Çeşme, Aysel Ceylan, Bêrîtan Canyaş, Gûlîstan Dehşet û Hulya Kinoglu de biryara girtinê da û sewqê dadgeriyê kir. 
 
Dadger jî biryara girtina Hulya Kinoglu, Gulîstan Dehşet, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras, Hatîce Gungor da. 
 
Derbarê Merve Tekîn Demîrel, Sultan Esen û Tamcîhan Çelebî de biryara hefsa malê hat dayîn. 
 
Dadgerî biryara serbestberdana Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Taşar, Zekiye Guler, Meral Şîmşek, Zeynep Boga, D.A., Hazal Aras, Aysel Ceylan, Bêrîtan Canyaş û Hatîce Ay da.