Li Enqerê ji bo rojnamegerên girtî nobeda aştiyê hat girtin

  • 16:53 2 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê ji bo rojnamegerên girtî nobeda aştiyê hat giritn. Parlamentera DHP'ê ya Stenbolê Oya Ersoya a ku tevli nobedê bû got, "Ev îqtîdar ji çapemeniyê ditirse. Ji ber ku îqtîdar ji rastiyan ditirse."
 
Gerînendeya Weşana Giştî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînli, Denîz Nazlîm, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznur Deger ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê 35 roj in di girtîgehê de tên girtin.  9 rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin û hatin girtin hêj îdianame derbarê wan de nehatiye amadekirin û derket holê, ku di nava demê de gelek guhertinên neqanûnî di dosyayê de hatine kirin.
 
Di nobeda aştiyê ya ku roja înê ji mehê carekê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê tê lidarxistin, vê mehê bal kişandin ser rojnamevanên girtî. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, Omer Ocalan, Abdullah Koç, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, yek ji damezrînerên Weqfa Aştiyê Nusret Dogruak, Zarîfe Çamalan ji Alinterî, rojnamevan û çalakger beşdarî nobeda aştiyê bûn. Nobed bi mijara "Rojnameger aştiyê dixwazin" pêk hat.
 
Tevgerên ji bo bêdengkirina çapemeniyê
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy  got, "Li vî welatî çapemenî tu carî azad nebûye. Êrîşên giran li ser çapemeniyê hatin kirin, sibe salvegera bombekirina Ozgur Ulkeyê ye, lê em demeke ku çapemenî tucar ev qas ji aliy êdesthilatdariyê ve bi zextan re rûbirû namaye em dîjîn. Çima ev hikûmet ji çapemeniyê ditirse? Ji ber ku ev hikûmet ji rastiyê ditirse. Weke ku çapemenîya xwe ya alîgir ava kir, ne nebes be çapemenîya muxalîf, bi taybetî jî çapemeniya Kurd, di bin zext û girtinên giran de digire. Îqtîdar dixwaze bi zextên ku dike pemeniyê bêdeng bike." 
 
'Divê em çi nenivîsin?'
 
Zarîfe Çamalan a ji Alinteriyê jî diyar kir ku ji ber ku çapemenî negirtine bin kontrola xwe ev êrîş hatine kirin û got, "Em ê li ser çi nenivîsin, êrîşa bi çekên kîmyewî, ma em vê nenivîsin? Yan divê heta 25’ê Mijdarê polîtîkaya tundiya li ser jinê, tacîz, destavêtin û bêcezakirinê nenivîsin? Ger em van hemûyan nenivîsin.  Emê binivîsin û em ê weke endamên çapemeniya azad û weke sosyalîstên çep ên şoreşger têkoşîna xwe bidomînin heta ku cîhaneke ku em jê re dibêjin aştî, wekhevî, azadî û jiyaneke mirovî ava bikin.”
 
'Dîrok wê vê bêhiqûqiyê binivîse'
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ew gelek caran serdana rojnamegeran dikin û got, haya wî jê heye ku rojnamevan ji ber sedemên siyasî tên girtin. Ozturk axaftina xwe wiha domand: “Lêkolînên bi vî rengî çiqasî neqanûnî bin, wê di pêşerojê de derkeve holê, Careke din em dixwazin bidin zanîn ku divê di zûtirîn dem de hemû rojnameger bên berdan. Çima rojnameger tên girtin? Rojnameger mafê gel ê wergirtina agahiyan bi cih tînin, lewma eger em bixwazin bizanibin li vî welatî, li vê erdnîgariyê çi diqewime, rojnamevan vê yekê pêşkêşî me dikin.  Zextên lêpirsîn û dozên derbarê rojnamevanan de nayên qebûlkirin. Derbarê gelek rojnamevanan de doz hatine vekirin."
 
Nobeda aştiyê wê heta saet 18.00'an li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dewam bike.