Kesên ji bo girtiyên nexweş edalet xwestin hatin binçavkirin!

  • 16:15 2 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Xizmên girtiyên nexweş ku ji bo girtiyan çalakiya "Nobeda Edaletê" li dar xistin hatin binçavkirin. 
 
37'emîn çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hat şewitandin ji aliyê malbatên wan ve hat destpêkirin li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Xwişka girtiyê bi nexweşiya giran Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Ûmraniyê Cemîle Çîftçî dayika Hatîce Calîhan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê Zeynep Calîhan û ji xizma girtiyan Gulsûm Ozturk beşdarî nobeda vê hefteyê bûn.
 
Qedexekirina çalakiyê
 
Bi sedan polîsan beriya nobedê dor li edliyeyê û derdora wê girtin, xizmên girtiyan li derveyê Qada Çaglayanê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên ku xwestin ketina qadê asteng bikin, bi hinceta "qedexe" ya Qeymeqamiya Kagithaneyê destûr nedan çalakiya malbatan.
 
'Gelo xwestin edaletê sûc e?'
 
Dema xizmên girtiyan tevî hemû astengiyên polîsan ber bi Qada Çaglayanê ve dimeşiyan gotin, “Em tenê edaletê dixwazin” yek ji çalakgeran Cemîle Çîftçî jî got, “Zext û zilm li me tê kirin." û destnîşan kir ku li girtîgehê îşkence li xizmên wan hatiye kirin. Li aliyê din Zeynep Calihan ji polîsan pirsî, "Em edaletê dixwazin, ma daxwaza edaletê sûc e?" Zeynep, anî ziman ku zarokên wan tevî bidawîbûn cezayê nehatine berdan û got, “Em dayik in, zarokên me di hundir de nexweş in û ji bo tenduristiya wan û berdana wan em li vir in. Zarokên me her roj li girtîgehan dimirin. Lê hûn çalakiyên me qedexe dikin. Daxwaza edaletêû hiqûqê maf e ne sûc e."
 
Hatin binçavkirin
 
 Piştî ku xizmê ngirtiyan bertek nîşanî polîsan dan polîsan xwestin wan li wesayitan siwar bikin û binçav bikin. Malbatên ku hain binçavkirin dirûşmên "Hak, hiqûq û edalet" û "Bijî berxwedana zindanan berz kirin."
 
Li gel xizmên girtiyan hat diyarkirin ku zarokek jî hatiye binçavkirin û kesên ku binçav kirin birin Muduriyeta Paolîsan a Kagithaneyê.