18 jinên ku hatin binçavkirin anîn Edliya Enqerê

  • 16:06 2 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - 18 jinên ku hatin binçavkirin piştî 4 rojan anîn Edliya Enqerê. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Amed, Stenbol, Îzmîr, Mûş, Agirî, Dîlok û Sêrtê 18 jin hatibûn binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin bi otobêsê anîn Enqereyê. Jinên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ne hevdîtin bi parêzerên xwe re kirin. Piştî 4 rojan jinên ku hatî binçavkirin anîn Edliya Enqerê.
 
Jinên ku hatin binçavkirin li emniyetê îfade nedan û diyar kirin ku dê li dozgeriyê îfade bidin.