Îdanameya derbarê Şebnem Korur Fîncanci de hat qebûlkirin

  • 15:47 2 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Îdanameya ku derbarê Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci de amade kirin hat qebûlkirin.
 
Îdanameya ku derbarê Seroka Yekitiya Konseya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin ji aliyê 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Stenbolê ve hat qebûlkirin. Şebnem ji ber nirxandina xwe ya derbarê çekên kimyewî de di 27'ê Cotmehê de bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" tê sûcdarkirin.
 
Daneşîna dozê dê di 23'yê Kanûnê de bê dîtin.