Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan

  • 15:40 2 Kanûn 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Ji endamên Meclisa Dayikn Aştiyê ya Geverê Fatma Temel ji bo jinên ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve hat destpêkirin de hatin binçavkirin ban kir û got, "Em tenê alîgirên aştiyê ne û em aştiyê dixwazin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 jinên ji Tevgera Jinên Azad (TJA) bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “rêveberiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li 14 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 16 jin hatin binçavkirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê ji bo şermezarkirina operasyona qirkirina siyasî ya li dijî jinan, li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê daxuyanî da. Aktîvîstên TJA’yê jî tevli daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê Fatma Temel axivî û xwest ku jinên binçavkirî di zûtirin demê de werin berdan. Di berdewamiya axaftina xwe de Fatma wiha got: “Hemû dayikên aştiyê ji bo aştiyê destên xwe dirêj dikin. Lê her ku em destê xwe dirêj dikin, AKP ji aştiyê ditirse û jinan binçav dike. Çima jin dema daxwaza aştiyê dikin tên girtin? Em dixwazin ku hevalên me di zûtirin demê de bên berdan û azad bibin.”