Nobeda Edaletê di roja 634'an de berdewam dike

  • 12:55 2 Kanûn 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike. Ferît Şenyaşar têkildarî serdana Serokkomar Erdogan a Rihayê de axivî û got: “Heke serokkomar, serokê gel be neçare vê dayikê bibîne.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 634’emîn de berdewam kir. Malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê, hate ber deriyê edliyeyê û dest bi nobetê kir. 
 
Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re nobedê digire wiha got: “Serokomarê ku beriya demekê kurt çûbû Amedê serdana malbatên li wir kiribû û piştgirî dabû wan. Serokkomar wê sibê were Rihayê. Li vê derê dayikek li dijî zilmê nobetê digire. Heke serokkomar, serokê gel be neçare vê dayikê bibîne. Rengê hesirên çavên dayikan nîne.”