Li rojhilatê Kurdistan û Îranê berxwedan bi pêşengiya jinan didome

  • 11:27 2 Kanûn 2022
  • Rojane
 NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya piştî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî, tevî kuştin, girtin û binçavkirinan bê navber dewam dike û êrîşên rejîmê jî di wê astê de berdewam dikin.
 
Duh li bajarê Sine bi serdana serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re, li bajar tedbîrên tund yên ewlekariyê hatin girtin. Di dema serdana Reîsî de, li bajêr merasîma çileya Ramîn Fathî ku piştî hatibû binçavkirin, bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest da bû, pêkhat.
 
Li bajarên Urmiye û Kamyaran jî bi şêwazên cûda çalakiyan dewam kir û welatiyan nerazîbûna xwe anî ziman. Tê gotin li Bokanê hêzek zêde hatiye belavkirin, girtin û binçavkirina welatiyan ya li bajêr dewam dike.
 
Xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, di xwepêşandanê du hefteyên borî de, li Bokanê herî kêm 17 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û çarenûsa dehan kes jî nayê zanîn.
 
Li seranserê Îranê, taybet jî li Tahranê xelk carek din daketin qadan û bê navber dirûşmeyên dijî dewleta Îranê qêriyan. Li bajarê Zahîdan ji bo parastina kesayetê olî yê Beluç Mewlewî Ebdulhemîd çalakiyek hate lidarxistin û wî weke xeta sor îlankirin. Li heman bajarî, tê payîn îro piştî nimêja Înê xwepêşandan were li darxistin. Ji bo vê ji duh ve hejmarek zêde ya pasdaran li bajêr hatiye belavkirin.
 
Li bajarên Tahran, Tewrêz, Esfehan, Bender Ebasî, xwendevan li qadan bûn. Herwiha li heman bajaran şofêr û karkeran greva xwe dewam kirin û çalakî lidarxistin.
 
Hêjayî gotinê ye di 29’ê Mijdara 2022’yan de Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir ku ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhlilatê Kurdistanê ve herî kêm 448 kes hatine kuştin, ji vana 60 zarok û 29 jin in.
 
Li gor rapora rêxistinê, tenê di hefteya borî de zêdetirî 16 kes li Îranê bi dest hêzên rejimê hatine kuştin, ji vê hejmarê zêdetirî 12 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.
 
Rêxistina Mafên Mirov a Îranê eşkere dike ku heta niha kuştina xwepêşanderan li 26 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine tomarkirin. Herî zêde jî bûyerên kuştinê li bajarên; Sîstan Beluçistan, Sine, Azerbeycana rojava, Mazenderan û Kirmaşan bûne.