ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 2 Kanûn 2022
  • Rojev
 
*Li dijî qirkirina jiyan û wateyê ya zanista polîzîtîvîst, jineolojî  ji mijara jinê bigirin heta civakê, ji xwezayê heta dîrokê roleke cidî û girîng dilîze. Yek bi serîtewandin, koletî, dewlet û mêr ve girê dide; ya din azadî, îrade, xweşikbûn, jin û civakê esas digire. Enerjî û zanîna jinê ya ku jiyanê ava dike; hêzê dide şoreşa jinê, kevirên xwebûnê radixe. Zanîna diyalektîk a ku hevseng e, vediguherîne; zanîna dide jiyîn û temam dike ye.JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Bertekên li dijî operasyona li hember jinên TJA’yê didomin. Gelek kesî peyama ‘cin ji şûşê derket, jin li dijî binçavkirinan serî natewînin, têkoşînê mezin dikin û wê serî netewînin” dan. DÎMEN HEYE
 
*Herêma Botanê ku di hêla çand û hunerê de xwedî dewlemendiyek mezin e bi polîtîkayên şerên taybet ve tê xwestin were tunekirin. Welatiyên Şirnexê diyar kirin ku ligel her cureyên polîtîkayan dê parastina ziman, çand û hunera xwe bikin. (DOSYA) BI DÎMEN 
 
*Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku li dijî deskeftiyên Gelê Kurd şerekî topyekûn heye û wiha axivî: “Ligel êrîşên li dijî deskeftiyên Gelê Kurd êrîşên li dijî jinan jî her diçe zêde dibin. Li dijî van êrîşan em ê bi rêxistinbûyînê jiyana hevpar û wekhev ava bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Di meşa 25’ê Mijdarê de jinên ku polîsan tundî lê kirin, diyar kirin ku ew ji şoreşa jinan a Rojhilat û Rojava hêzê digirin, êrîş bi wan şûnde gavê nadin avêtin.  DÎMEN HEYE