Nobeda Edaletê: Em bi deng û hêza xwe demokrasi û edaletê diqêrin

  • 12:16 1 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya Malbatên girtiyên nexweş û infaza wan hatine şewitandin li ber deriyê dadgeha Amedê berdewam kir. Malbatên girtiyan banga xwe bi van gotinan dubare kirin: “Bila rayedar erka xwe bêyî cudahiyê bixin navberê bînin cih. Bila nebin asteng bibin piştgir ji bo daxwaza mafdar. Tundî li dayikên me yên li Stenbolê di vê oxirê de li berxwe didin, tê kirin. Em ê layiqê berxwedana girtiyên xwe bin."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mebesta girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, dabûn destpêkirin di roja 380'an de berdewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber dadgehaedalAmedê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevserokên HDP’ê yên bajêr Zeyad Ceylan û Gulîstan Atasoy beşdarî nobedê bûn.
 
‘Em ê teqez bi ser bikevin’
 
Di daxuyaniyê de xizma girtiyan Reşahat Ada axivî û bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: “Bila rayedar êdî erka xwe bînin cih. Sebra me nemaye. Em bi dengê xwe yê herî gur, heya nefesa me maye, heya rihê me maye bang dikin. Daxwaza me ji bo hemû kesan e. Ji bo civakê ye. Girtiyên me jî em jî jiyanek demokratîk dixwazin. Bê guman e ku wê berxwedana me ya bi hev re vê daxwaza me bîne cih. Bi taybetî jî di vê oxirê de dayikên me yên Stenbolê rastî tundiya polîsan tên. Em êrişa li ser wan şermezar dikin. Em cardin bang dikin. Em li gel dayikên xwe ne, em li gel girtiyên xwe ne. Em ê teqez bi ser bikevin. Bijî berxwedana dayikan, bijî berxwedana zindanan.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindan” bi dawî bû.