Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê: Her ku serhildan mezin dibe faşîzm êriş dike
- 10:14 1 Kanûn 2022
- Rojane
STENBOL - Di hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê de jinan bi serenavê "Her ku serhildana jinê mezin dibe faşîzm êriş dike" bal kişandin ser têkoşîna jinê û êrişên faşîzmê.
Hejmara 51'emîn a Pêveka Jinê ya Rojnameya Yeni Yaşamê bi sernavê "Her ku serhildana jinê mezin dibe faşîzm êriş dike" derket. Jinan di hejmara nû de bal kişandin ser têkoşîna tevgera jina kurd a li dijî faşîzmê.
Serenavên di hejmara nû de wiha ne:
Faşîzm hêza herî mezin dike hedef/Gotubêja bi Ayşe Acar Başaran re – Hicran Urun
Faşîzma Patriyarka û raperîna femînîst/ Hulya Osmanagaoglu
Avakirina alternatîfê jiberkirin hilweşand/ Halide Turkoglu
Hiqûqa Îslamê ferz dikin/Gotubêja bi Yelda Koçak re – Nesli Şahiner
Têkoşîna jinê nikare bê astengkirin/ Yuksel Mutlu
Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava bi birçîbûnê bikuje/ Anna Rebrii Jihan Ayo
Dem dema jinan e / Saime Topçu