Êrîşên Tirkiyeyê hat şermezarkirin

  • 21:48 30 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek navendên Ewropayê hate şermezarkirin
 
Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  nerazîbûn didomin. Li hemberî bikaranîna çeken kimyewî û hemû cureyên êrîşên Tirkiyeyê li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin. 
 
Den Haag
 
Kurdistaniyên li Hollanda û Belçîkayê û dostên wan, ji bo protestokirina bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekan (OPCW) ya li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li bajarê Den Haag a Hollandayê hatin ba hev.
 
Girseya piştî civîna bi sê rojan a OPCW’ê hat ba hev, nekirina lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê protesto kirin. 
 
Girseyê, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û qetlîama dewleta Îranê ya bi ser rojhilatê Kurdistanê jî protesto kirin.
 
Lîvorno
 
Kurd û endamên meclîsê yên Şaredariyê yên herêma Toscanayê ya Îtalyayê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
 
Endama Meclîsa Şaredariyê Barbara Boncîanî got ku divê bomberana dewleta Tirk a bi ser Rojava û başûrê Kurdistanê divê demildest bê rawestandin û destnîşan kir ku ew ê ji bo ku dewleta Tirk bi berpirsyariya xwe rabibe ew ê bi piştgiriya konseya bajêr bi giştî têbikoşin.
 
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê jî anî ziman ku hikûmeta Erdogan bi planên ku ji bo êrîşê Rojava bike amade dike, DAÎŞ’ê xurt dibin.
 
Bonn
 
Kurdistanî û dostên wan li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Bonn ê Elmanyayê, mîtîngek protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku êrîşên kîmyewî tê wateya binpêkirina hiqûqê û NY bi bêdengiya xwe ya li hemberî vî sûcî, hevkariyê dike.
 
Frankfurt
 
Li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, hat protestokirin. Kurdistanî û rêxistinên çepgir, li Goetheplatz a Frankfûrtê hatin ba hev û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û êrîşên wê yên li ser Rojava protesto kirin.
 
Viyana
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst, li Avahiya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li dijî êrîşên kîmyewî yên li ser Kurdistanê, çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
 
Ciwanan li ber avahiya AGÎT’ê pankarta “Endamê AGÎT’ê Tirkiye, li Kurdistanê gaza kîmyewî bi kar tîne” vekir û ji bo balê bikêşînin ser bikaranîna çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin.