18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê

  • 21:00 30 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - 18 jinên ku di çarçoveya lêpirsîna der barê TJA'yê de li 6 bajaran hatibûn binçavkirin,  anîn Enqereyê. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna der barê Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Amed, Stenbol, Îzmîr, Mûş, Agirî, Dîlok û Sêrtê 18 jin hatibûn binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin bi otobêsê anîn Enqereyê. Jinên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ne hevdîtin bi parêzerên xwe re kirin. 
 
Ji ber ku li ser dosyeyê biryara veşarî heye der barê lêpirsînê de agahî bi dest parêzeran neketin. 
 
Jinên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di binçavan de ev in: 
 
"Amed: Figen Ektî, Mekiye Ormanci, Didar Çeşme, Zekiye Guler, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Meral Şîmşek, Zeynep Boga.
 
Stenbol: Pinar Ceylan, Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Kinagû
 
Îzmîr: D.A
 
Mûş: Merve Tekîn Demîrel 
 
Agirî: Hazal Aras
 
Dîlok: Aysel Ceylan
 
Sêrt: Berîtan Canyaş"