'10 roj in êriş didome'

  • 16:22 30 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên di 28-29’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi raya giştî re parve kir. 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrişên dewleta tirk ên di 29’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk bi êrişên xwe xetereyê li ser jiyana zêdetirî 5 milyon welatiyan û penaberan çêdike. Her wiha HSD’ê da zanîn ku êrişên dewleta tirk ev 10 roj in bênavber didomin. 
 
Bîlançoya HSD’ê wiha ye: 
 
“Êrişên 28’ê Mijdarê 
 
Herêma Cizîrê 
 
* Dewleta tirk gundê Guzeliyê yê Til Temirê 6 caran bi çekên giran topbaran kir û di encamê de zirarên madî gihîştin malên welatiyan.
 
Herêma Firatê 
 
* Dewleta tirk gundên Cîsan, Ziyaret, Zormixar, Carxilî, bajarokê Şiyûx, Kaniya Kurda û Girê Meştenûrê yên Kobanê 5 caran bi hewan û 2 caran jî bi çekên giran topbaran kir.
 
* Dewleta tirk gundên Selîbiye, Qezelî, Cideyde, Mieleq û Seyda yên Girê Spî bi çekên giran û hewanan topbaran kir.
 
Herêma Şehbayê
 
* Dewleta tirk gundên Ewn Dadat, Til El Hemam ên Minbicê 2 caran bi hewanan topbaran kir.
 
Êrişên 29’ê mijdarê 
 
Herêma Efrîn û Şehbayê 
 
* Dewleta tirk a dagirker gundên Meyase, Bênê, Soxanekê, Şewarxe, Tinib, Tatmeraş, Merenaz, Elqemiyê, Îrşadiyê, Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Keştar, Bendava Şehbayê û bajarokê Til Rifatê 63 caran bi çekên giran, 11 caran bi hewanan û 2 caran jî bi tankan topbaran kir. Di encama topbarana li ser gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.
 
Herêma Cizîrê
 
* Dewleta tirk gundên Guzeliyê, Um El Kêf, Tawîle, Til El Leben bi çekên giran û hewanan topbaran kir.
 
* Çeteyên dewleta tirk li gundê Dibsê kom bûn û hewl dan ji wir êrişî herêmê bikin. Lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ew hewldan têk bir û 2 çete birîndar bûn.
 
* Dewleta tirk  gundên Bobî, Esediyê û Mihermle yên Zirganê 60 caran bi hewan û doçkayan topbaran kirin.
 
Hêzên me her tim bersiva jêderên topbaranê dan.
 
Herêma Firatê
 
* Dewleta tirk gundên Carxilî, Zormixar, Xirab Eto, Xirabîsan, Koran û bajarokê Şiyûx ên Kobanê 5 caran bi hewan, 12 caran bi çekên giran û carekê jî bi tank û doçkayê topbaran kir.
 
* Dewleta tirk gundên Cedîde, Erîda, Qezelî, Xirbet Nayif, Ebû Sira, Îbrahîm Kurdo, Dibis û Zenûbya yên Girê Spî bi hewan û çekên giran topbaran kir.
 
* Dewleta tirk gundên Hoşeriyê, Ewn Dadat û Mehsenlî yên Minbicê du caran bi hewanan û carekê bi çekên giran topbaran kir.
 
* Her wiha dewleta tirk bajarokê Oymer ê Tirwaziyê 2 caran bi çekên giran topbaran kir.”