Li hemberî binçavkirinan bertek: Wê jin îqtîdara faşîst hilweşîne

  • 19:01 29 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Rêxistinên jinan ên Amedê li hemberî binçavkirina jinan bertek nîşanda û gotin: “Wê jin îqtîdara faşîst hilweşîne. Hûnê tucarî bi van operesyonên siyasî encamê negirin.”
 
Serdozgeriya Komara Enqerê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “rêvebertia rêxistinê”, “propagandeya rêxistinê" û “Fonê didin rêxistinê” li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Lêpirsîn, di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye vekirin û li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Têkildarê operesyona vê sibehê pêkhatiye de rêxistinên jinan ên li Amedê li ber avahiya Egîtîm Senê ya li taxa Ofîsa Yenîşehîrê cih digire daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de jinan pankarta li ser “Têkoşîna jinan nayê astengkirin” rakirin û bi dirûşmeyan êrişan şermezarkirin. 
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya diyarkir ku li Kurdistanê jinên kurd her roj di serdegirtinên malan de têne binçavkirin û wiha berdewam kir: “Li hemberî van hemû zextan em dev ji têkoşîna xwe ya heq û azadiyê bernadin. Kolan ji yê me ne û jiyan ji ya me ye. Hûn nikarin bi van cure polîtîkayan têkoşîna jinê bı darizînin. Têkoşîna me rêxistinbûyînek 40 salî ye. ”
 
‘Wê jin tucarî paşve gav navêjin’
 
Piştî axaftina Adaletê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz axivî û got: “Em baş dizanin ku ev îqtidar ji jinan û têkoşîna wan ditirsin. Îqtidara heyî bi qetilkirina jinan, polîtîkayên şer û opoeresyonên bi vî rengî re hewil didin nefes bistînin. Ji ber vê yekê jî polîtîkayên tecrîd, şer û qayûmê her ku diçe zêde dibe û dizivire zextan. Ev yek ji herî zêde li ser jinan tê meşandin. Wê jin tucarî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji ber wê jin tucarî ji polîtîkayên şer û tecrîdê re nebêjin erê. Wê jin li hemberî van polîtîkayan hertim li qadanbin û wê qadan vala nehêlin. Ji ber vê sedemê ye ku navber nadin êrişên xwe. Em tirsa wan ya li hember têkoşîna jinê ya avakirina jiyana nû baş dizanin. Lê belê jin çawa ku heta niha bêdeng nemane wê ji îro şûnde jî bêdeng nemînin.”
 
‘Wê tucarî encamê negirin’
 
Salîha herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Piştî 25’ê Mijdarê operesyonek bi vî rengî balkêşe. Em ji Amedê, Kurdistanê weke jinên kurd bang dikin; em ê tucarî çok daneynin. Wê jinên kurd heta dawî li TJA’yê xwedî derbikeve. Em ê dev ji nûnertiya hevpar, hevserokatiyê, têkoşîna xwe ya azadiyê û Peymana Stenbolê bernedin. Em weke jinên xwedî dirûşmeya 'jin jiyan azadî' ku navnetewî bûye dev ji vê felsefeya xwe bernadin. Em ê vê felsefeyê bi hev re mezin bikin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.