Li Wanê binçavkirina jinan hat şermezarkirin: Em ê hertim li qadan bin

  • 15:58 29 Mijdar 2022
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê binçavkirina jinan hat şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku dê her li dijî şîdeta mêr-dewletê têkoşîna xwe bidomînin û dê hertim li qadan bin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Lêpirsîn, di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye vekirin û li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinan de gelek jin hatin binçavkirin. Derbarê binçavkirinan de jinan li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyek da. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan, hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) a Wanê, Komeleya Jinan a STAR, Serhat GOÇ-DER û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan pankarta "Jin jiyan azadî' vekir. Daxuyanî ji hêla Parlamenter Muazzez Orhan ve hat dayîn. 
 
Muazzez, diyar kir ku îqtîdar ji bo veşartina bêhiqûqî û talanê êrişê li jinan dike û got: "Îqtîdar li hemberî têkçûna xwe êrişê li jinan dike. Em armanca wan êrişan baş dizanin. Bi qanûnên xwe û polîtîkayên xwe dixwazin li hemberî vîna jinan, bedena jinan, jiyana jinan serdestiya xwe avabikin. Bi zext, şîdet, binçavkirin û girtinan dixwazin hêza jinan a li hemberî zîhniyeta xwe têk bibin û jinan di nav 4 dîwaran de zeft bikin. 
 
Îro bi sedan rêhevalên me ji bo azadiya jinan û ji bo hemû gelan li girtîgehan dîl hatine girtin. Bi salan e li hemberî têkoşîna jinan polîtîkayên zextê tê meşandin. Jin tên qetilkirin û kujerên jinan bi qanûnan tên parastin. Bi polîtîkayên taybet ên şer li hemberî bedena jinê êrişek heye û bi vî rengî dixwazin civakê têk bibin. Em jin di vê ferqê de ne û ji ber vê yekê em li dijî vê zîhniyetê têdikoşin û xwe birêxistin dikin. Tu zext, şîdet û zilm nikare rê li ber têkoşîna me bigire. Me tu carî qadên heyî terk nekir. 
 
Di 25'ê Mijdarê de li hemberî jinan êrişek pêk hat. Jin tu carî dev jî têkoşînê bernedan, dê îro jî em ê li qadan bin. Ji bo jiyaneke azad, vîneke azad, li dijî şîdeta dewletê em ê her têbikoşin. Em ê hertim li qadan bin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.