Gultan Kişanak: Em dixwazin heqîqet rast were fêmkirin

  • 15:40 29 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, diyar kir ku şandeya dadgehê ya dixwaze Doza Kobanê demildest bi dawî bike, wiha got: “Yên ku di bin gefa cezayê herî giran de em in, em natirsin, hûn çima evqas ditirsin? Em dixwazin heqîqet rast were fêmkirin.”
 
Rûniştina 5'an a danişîna 19'an a Doza Kobanê ku ji ber çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê hatibû vekirin û hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê jî di nav de 108 kes tên darizandin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê li Eywana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 
 
Parêzerên ku endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ne tev li danişînê bûn. 
 
Siyasetmedarên girtî yên di Girtîgeha Sîncanê de anîn eywana danişînê û yên di girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
 
Danişîn piştî tespîta nasnameyan bi parastina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak dest pê kir. 
 
Şandeya dadgehê, daxwaza Gultanê qebûl nekir
 
Gultan, diyar kir ku li Girtîgeha Kocaeliyê ku lê tê ragirtin ji meha Adarê ve tadîlat heye, ji ber cihê ku lê bi SEGBÎS’ê tev li dibe di tadîlatê de ye anîne odeya SEGBÎS’ê ya girtîgeha mêran ev jî ji bo mafê parastinê nebaş e û xwest piştî nîv saetê parastinê bike mafê axaftinê bide siyasetmedarên din. Şandeya dadgehê, daxwaza Gultanê qebûl nekir. 
 
‘Em dixwazin heqîqet rast were fêmkirin’
 
Gultan a jinûve mafê axaftinê girt, wiha got: “Hûn ji destpêkê heta niha hemû daxwazên me red dikin, em dikarin parastinê bikin? Ne di xema we de ye. Biryara we diyar e hûn ji neçariyê guhdariya me dikin û dixwazin demildest vî karî bi dawî bikin. Dozeke komî tê dîtin, divê hûn vê dozê bikarin bi rê ve bibin lê fikareke we ya wisa nîne. Yên ku di bin gefa cezayê herî giran de em in, em natirsin, hûn çima evqas ditirsin? Em dixwazin heqîqet rast were fêmkirin, armanca me sererastkirina heqîqetê ya berovajîkirinê ye.”
 
Tirkiye dixwaze pêşerojeke ronî bi dest bixe
 
Gultan bi lêv kir ku provokasyonên di pêvajoya çareseriyê de pêk hatin di 7-8’ê cotmehê ketin dewrê û destnîşan kir ku bûyerên 7-8’ê cotmehê ji bilî pêkanîna mafên demokratîk pirsgirêkek e û eger Tirkiye dixwaze pêşerojeke ronî bi dest bixe divê ev rewş bê lêkolînkirin. 
  
Gultan, bi lêv kir ku beriya ku bên girtin, ji bo li Girtîgeha Kandirayê blokeke jin bê avakirin ferman hatiye dayîn û anî ziman ku girtîgehê ji wan re gotiye “Em zûtir li benda we bûn”. 
 
Gultan, jinûve anî ziman ku li odeya SEGBÎS’ê ku lê parastina xwe dike zehmetiyê dikişîne lê daxwaza wê careke din ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. 
 

Etîketan:

kobanê doz