Nobeda Edaletê: Li hemberî zilmê bêdeng nemînin

  • 15:05 29 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên ku ji bo  girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin edaletê dixwazin, xestin ku dawî li vê zilm û tundiyê bê anîn û banga li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin dane destpêkirin di roja 143'emîn de li ber Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê dewam kir. Xizmên girtiyan berdilkên ku dirûşmên, "Bibin dengê girtiyan" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin û dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bucayê jî tevli çalakiyê bû.
 
'Bila ji girtîgehan tabût neyên derxistin'
 
Di destpêka çalakiyê de dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin Fehîme Poyraz axivî.  Fehîme diyar kir ku ew bi mehan e çalakiya xwe ya nobedê didomînin û wiha dewam kir, "Em dixwazin daxwazên me bên qebûlkirin û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û ên nexweş bên berdan. Em heq, hiqûq û Edaletê dixwazin."
 
'Li dijî zilmê bêdeng nemînin'
 
Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê ku li girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê tê girtin Hanîfe Gumuş jî diyar kir ku li dijî zilm û şer têkoşînê didin û ev tişt got, "Tu daxwaza me ji dewletê tune ye..  Bila qanûnên xwe pêk bînin ew bes e. Em ji bo aştiyê têkoşînê didin. Em naxwazin tu kes bê kuştin. Kesên ku aştî û edaletê dixwazin jî bila rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin."