Malbata Şenyaşar: Rayedarên ku edaletê pêk naynin bila şerm bikin

  • 13:19 29 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên çalakiya Nobeda Edaletê didomînin gotin:"Rayedarên ku edaletê pêk naynin bila şerm bikin."
 
Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 631’emîn de berdewam dike. Malbata ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Tov biçîne, ger şîn nebe bila ax şerm bike. Daxwaza dayikê edalet e, rayedarên ku edaletê pêk naynin bila şerm bikin. Feraseta ku cihêkariyê li welatiyan dike, ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike.”