Tevî zextên rejîmê, serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome

  • 10:47 29 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî zext û zordestiyên Rejîma Îranê jî serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome. 
 
Herçiqas hêzên rejîma Îranê zextên xwe yên ji bo girtin û revandina çalakvan û xwepêşanderan zêde kiriye û bajar tîje leşker kirine jî, lê hîn raperîna, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi çalakiyên cuda berdewam dike.
 
Li bajarê Sine û Abdanan ên Rojhilatê Kurdistanê duh careke din ciwan daketin kolanan û çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin.
 
Herwiha li hinek zanîngehen Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet li Sine xwendevanan çalakî û nerazîbûnên xwe berdewam kirin.
 
Di nava bajaran de hêzên Îranê gelek bend danîne û ji bo girtin û binçavkirina xwepêşandanan di nava liv û tevgerê de ne.
 
Duh li bajarê Sine 4 endamên malbarekê ku ji 2 xwişk û 2 bira pêk tên yên bi navê Afaq, Şemsê, Perwîz û Xesrew hatin girtin.
 
Li bajarê Mehabadê jî cenazeyê Şoreş Nîknam ku ji berî niha di xwepêşandanan de hatibû qetilkirin, bi tevlîbûna dehan kesan li gundê Qelacuxe hate veşartin.
 
Li bajarên Îranê jî, beşek ji xwendevanên zanîngeh û peymangehan xwepêşandanên xwe berdewam kirin û nerazîbûn nîşan dan. Herwiha li hinek herêmên Tehranê jî çalakiyên cuda hatin kirin.
 
Herwiha beşek ji karker û şofêrên barhilgir li bajarên weke Kirmaşan, Esefehan, Şîraz, Kaşan û Bender Ebas gireva xwe berdewam kirin.
 
Herwiha 4 rêxistinên teqawîtê, piştgirî dan xwepêşandanan û daxwaz kirin ku dawî li cudakariya zayendî ya li welat were û demildest hemû girtî werin berdan û kesên destê wan li bêdengkirin û êşkencekirina xwepêşanderan de hene werin girtin û dadgehkirin.
 
Her çar rêxistinan hişyarî dan ku eger guh nedin daxwazên xwepêşanderan, wê bi hêzê nekarin dengê kolanan bêdeng bikin û wê xelk bi tundî bersiv bidin.