Ferhat Şengul, dest dirêjî jinan dike û gefan li wan dixwin

  • 09:01 29 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Mêrê bi navê Ferhat Şengul tevî jina bi navê Dengbêj Hediye Kalkan gef li gelek jinan xwariye û dest dirêjî wan kiriye. Ferhat jinan li ser medyaya dîjîtal teşîr dike, di heman demê de bi "terorê" tewanbar dike, wan dike hedef û gefa girtinê li wan dixwe. Tevî heta niha bi dehan gilî li ser navê wî hatine kirin jî lêpirsînek an cezayek ji bo wî nehatiye dayîn. Li ser mijarê Hediye Kalkan diyar kir ku Ferhat li pişt rapora xwe ya dînbûnê qirêjiyên xwe dinixumîne û berteka xwe ya li hemberî vê da nîşan da.
 
Mêrê bi navê Ferhat Şengul bi rojan e gefê li Dengbêj Hediye Kalkan a ku pê re li heman kargehê dixebitî, dixwe. Ferhat wêneyên Hediyeyê li ser medyaya dîjîtal parve kir û bi nivîsên "Endama rêxistinê ye, terorîst e" tewanbar kir. Her wiha bi nivîsên zayendperest dest dirêjî wê kir. Li ser giliyên Hediyeyê derket holê ku Ferhat dest dirêjî gelek jinên din kiriye û gef li wan xwariye. Dixwaze jinan jî bi gefên ku wê li ser wan îfade bide û bibe sedem ku cezayê siyasî bigire, ditisîne. Ji ber rapora wî ya dînitiyê heye tu ceza nagire yan jî lêpirsîn nayê destpêkirin.  
 
Bi girtinê gef li Hediye hat xwarin
 
Hediye ya bûyer bi me re parve kir da zanîn gef li wê xwariye û wiha got: "Li kargeha ez dixebitim, beriya çendekî Ferhat Şengul dest bi kar kir. Ji ber bi mer re li heman cihî dixebitî loma em li hemberî wî baş bûn. Ez di nav de hemû hevalên kar jî pê re dibûn alîkar û bi awayekî baş nêzî wî dibûn. Piştî demek kin em ketin ferqa hinek nêzîkatiyên wî û min anî ziman ku divê were şiyarkirin û ji kar were dûrxistin. Dema rexneya min hîn bû jî dest bi gefan kir. Di serî de ji min re got 'Hûn qetilkarê zarokan in. Hûn endamê PKK, PYD'ê ne. Ez ê we gilî bikim û tu yê bikevî girtîgehê. Hûn karê fuhuşê dikin û wekî din'.  Dawiya van gefan nehat û li ser medyaya dîjîtal jî parvekirin kir. Gelek kesên ji malbatê ne jî pê re axivîn lê ew jixwe bi bawer gefên xwe da berdewamkirin. Baweriya wî ya bi xwe jî me xist gumanan. Ev ji ku hêzê digire ku ewqas bêbextiyan dike, ev cihê gumanê ye."
 
Giliyên Hediyeyê cidî nehatin girtin
 
Hediyeyê diyar kir ku piştî demekê şûnde li ser medyaya dîjîtal Ferhat li hemberî wê parvekirinên ku gefa lê dixwe û gotinên zayendperest li hember wê bi kar tîne, kiriye. Li ser vê yekê Hediye diçe emniyetê û Ferhat gilî dike. Hediye li ser vê yekê nerazîbûna li hemberî helwesta emniyetê nîşan da û got:"Dema ez çûm min wêneyên Ferhat Şengul ên di medyaya dîjîtal de parve kiriye û wêneyê peyamên ji min re şandiye nîşanî rayedarên li emniyetê dan. Ango min bi delîlan gefên kirine parve kir. Polîsan parvekirinên Ferhat Şengul esas girtin û gotin 'Tu diçî çalakiyên HDP'ê'. Helwesta li emniyetê min aciz kir û min bertek nîşanî vê yekê da. Weke ku bêjin tu heq dikî! Ji min re gotin rapora wî heye û ew nikarin tiştekî bikin."
 
Ferhat Şengul gef li gelek jinan xwariye
 
Hediye diyar kir ku ew ji hefteyekê zêdetir e bi gefên Ferhat Şengul rû bi rû dimîne û dubare serî li emniyetê daye. Hediye wiha  berdewam kir: "Li ser zêdebûna gefan û pêşniyazên qirêj min dubare serî li emniyetê da. Min giliyên xwe bi delîlan re dubare kir. Di lêpirsînê de ez fêr bûm ku bi dehan dosyayên vî kesî li emniyetê hene. Bi dehan jinan serî li emniyetê dane û ev kes gilî kirine. Ruxmê vê yekê jî cezayek lê nehatiye birîn. Li pişt rapora dînitiyê tiştê dixwaze, dike. Belkî jî tê bikaranîn. Li ser vê yekê ez bêhtir hêrs bûm û bi israr min daxwaza xwe bi lêv kir. Li ser vê yekê polîsan girtek amade kirin."
 
'Bila jineke din vê yekê nejî'
 
Hediya da zanîn, daxwaza wê ew e ku tu jinek din van pirsgirêkan nejî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çi dibe bila bibe ev bêbextiyên kesan tewanbar dikin nayên qebûlkirin. Li ser rexneyekê rewş anî vê astê. Ev ne karê dînekî ye. Ew ji dînekî zêdetir, yekî ku destdirêjiyê dike ye. Pêwîst e were cezakirin. Bila jinek din nebe mexdûrê vê yekê. Dibe ku gelek jin bêdeng jî dimînin. Ez ji bo hemû jinan îro dixwazim deng derxim. Ez ji vir jî bang li rayedaran dikim ku erka xwe bînin cih."