Şêniyên Til Hemîsê êriş şermezar kirin

  • 17:11 28 Mijdar 2022
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Şêniyên Til Hemîsê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk  ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û soza bilindkirina berxwedan û têkoşînê da û got, "Çiqas êriş tund bin em teslîm nabin."
 
Şêniyên Til Hemîsê yên Qamişloyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endamên saziyên sivîl ên bajarokên Til Ehmed, Ebû Cirn, Ukaz û Ceza, kesayetên siaysî, rûspiyên eşîran li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xist.
 
Xwepêşandanê ji pêş avahiya Meclisa navçeya Til Hemîsê dest pê kir. Li Çerxerêya Şehîdan a li bakurê navçeyê, xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Fatme Ehmed axivî û wiha got: "Em ê bi canê xwe li hember balafir û tankên we bisekinin û em ê xaka xwe biparêzin."
 
Li aliyekî din jî, serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Hemîsê Mihemed El Deham wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker mîna plan kiriye nikarî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef bigirta. Ji lewre welatî, binesazî û avahiyên xizmetguzariyê hedef digire. Çiqas êriş tund bin, em teslîm nabin."
 
Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Til Hemîsê Etaallah El Sebi soz da ku ew ê tola cangoriyan hilînin û heta serkeftinê li ser şopa wan bin û destekê bidin QSD'ê.
 
Endamê rêveber ê Akamdemiyên Civaka Demokratîk a Til Temîsê Ebduselam El Casim jî wiha got: "Planên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, dê bi saya hişyarbûna şêniyan li ser van planan têk biçin."