Li Silêmaniyê çalakiya li dijî çekên kîmyewî hat lidarxistin

  • 14:16 28 Mijdar 2022
  • Rojane
 
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê çalakvanan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û êrişên dewleta tirk û êrişên rejîma Îranê daxwaznameyek pêşkêşî Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê kirin. Piştre li ber avahiya Parlamanetoyê daxuyaniya çapemeniyê dan. 
 
Li Silêmaniyê çalakvanan li dijî bikaranîn çekên kîmyewî û êrişên dewleta tirk û Îranê daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin û wiha ragihandin: “Her du hikûmetên Îran û Tirkiyeyê bi eşkere êrişî serweriya xaka Herêma Kurdistanê dikin. Em bang dikin ku di zûtirîn demê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê rûniştineke taybet li ser êrişên hovane û ne rewa yên dewleta tirk û Îranê li dar bixe.”
 
Di daxuyaniya ji aliyê çalakvan Gerde Mawe Heme ve hat xwendin de ev tişt hatin gotin: “Êdî bêdengiya xwe ya li beramberî êriş û dagirkeriya dewleta tirk û Îranê, her wiha li beramberî şehîdxistina welatiyan û derbaskirina sînorên xaka me û dagirkeriya herêmek berfireh ku li gorî zagonên navneteweyî sûc e, bişkênin. Ji ber bombebaran û topbaranên Îran û Tirkiyeyê xelkê herêmê û gundên derdorê gelek ziyanên mezin ên madî û canî girtine, malên wan xirab bûne û penaber bûne.
 
Dewleta tirk li çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê ser şoreşgerên Kurd çekên kîmyewî û fosforê bi kar tîne. Li nav bajaran endamên aliyên siyasî qetil dike. Her du hikûmetên Îran û Tirkiyeyê bi eşkere êrişî serweriya xaka Herêma Kurdistanê dikin. Em dibêjin ku di demek nêzîk de wê êrişên hewayî û bejahî dest pê bike. Ev yek jî li ber çavê hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî tê pêkanîn.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku di zûtirîn demê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê rûniştinek taybet li ser êrişên hovane û ne rewa yên dewleta tirk û Îranê li darbixe.
 
Herî dawî jî bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku bang li nûnerên welatan bikin ku bêdeng nemînin û rê li êrişan bigirin.