Çalakiya malbata Şenyaşar li Rihayê dewam dike

  • 13:50 28 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Ferît Şenyaşar ê li gel dayika xwe Emîne di nobedê de ye got: “Nêzî du sal in em li ber deriyê edliyeyê ne. Em amade ne ku li vir bi her kesî re hevdîtinê bikin û daxwazên xwe vebêjin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 630’an de ye. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, bi lêv kirin ku mala wan ber deriyê edliyeyê ye. 
 
Ferît Şenyaşar ê li cihê Nobeta Edaletê lê digire bang kir, wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê ku me bi dayika min re daye destpêkirin 630 roj in li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Hemû partiyên li Meclisê û yên ne li wir têkoşîna me ya edaletê dişopînin. Nêzî du sal in mala me bûye ber deriyê edliyeyê. Mala me ev der e. Em amade ne ku li vir bi herkesî re hevdîtinê bikin û daxwazên xwe vebêjin.”