Li Îranê êrişa zayendî li xwendekara girtî hat kirin

  • 12:40 28 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa zayendî li dijî Sekretera Konseya Xwendekaran a Zanîngeha Tahranê û çalakvana xwendekar Saha Morteazee ku ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û girtin, hat kirin. 
 
Li Îranê terora binçavkirin û girtinê ku hejmar ji deh hezaran derbas kir didome. Îşkence li jinên çalakvan, sendîkavan, xwendekar û çalakvanên polîtîk tê kirin. Li gor nûçeya Nûjinhayê hat hînbûn ku Saha Mortezaee ya ji aliyê polîsên rejîmê ve hat binçavkirin û piştre hat girtin rastî êrîşa zayendî hat. Konseya Xwendekar a Zanîngeha Tahranê bûyer ragihand û da zanîn ku çalakvana xwendekar Saha Mortezaee sekretera berê ya Konseya Xwendekaran a Zanîngeha Tahranê bû.
 
Konseyê agahiya der barê Saha Mortezaee, di dema hat girtin, êrîşa zayendî û îşkenceyê de parve kir, diyar kir ku ji ber rêgezên exlaqî guncav nedîtine ku hûrgiliyên îşkenceyê ragihînin.
 
Her wiha hat zanîn ku Saha Mortezaee di serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin û girtin dûre wê birîne Girtîgeha Evînê. Saha Mortezaee ku di sala 2020’î de ji ber xebatên xwe yên çalakiyên xwendekaran der barê wê de doz hatibû vekirin û cezayê girtîgehê girtibû, bi kefaleta 500 milyon tumenê li Îranê hatibû berdan.