Rojnamevanên girtî: Em bi fermanek siyasî hatin girtin

  • 11:30 28 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
ANKARA - Rojnamevanên ku ji ber karê dikin mehek e girtî ne, diyar kirin ku ew bi fermaneke siyasî htine girtin û ev tişt gotin, "Îqtîdar bi girtina me re dixwaze civakê bitirsîne û bêdeng bike. Em ji ber rojnamegertiyê dikin tên darizandin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna li Enqeryê hat destpêkirin de di 25'ê Cotmehê de Mudura Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtseven, Nûcegîhan Denîz Nazlim, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî, Nûçegîna Ajansa me JINNEWS, Habîber Eren, Oznur Deger ên ku hatin binçavkirin di di 29'ê Cotmehê de piştî derxisin dadgehê ji ber karê rojnamegertiyê ku dikirin hatin girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegîhana MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ê ku demeke kurt li buroya MA'yê stajyerî kiribû bi şetê kontrola edlî hatin berdan.
 
Rojnamegerên ku bi karê xwe hatin sûdarkirin ev mehk e li girtîgehê tên giritn. Rojnamegerên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û li Girtîgeha bi Hejmar 1 a Sîncanê tên girtin, di peyam şandin. 
 
'Em bi biryarek siyasî hatin girtin'
 
Rojnamevanan bi peyama xwe ya hevpar de diyar kirin ku ew bi biryareke siyasî hatine girtin û ev mehek e girtî ne û wiha berdewam kirin, "Em 4 rojan hatin binçavkirin. Di roja 4'emîn de em birin edliyeyê. Heta em birin edliyeyê me tu îfade neda. Lê belê di roja 3'yemîn a binçavkirina me de, beriya îfadeya me bê girtin û me derxînin dadgehê, li Sîncanê ji me re qawîşek hat amadekirin. Qwîşa ku em ê wek 5 rojnamegerên jin lê dimînin rojek beriya binçavkirina me gotine em ê boyax bikin û hatiye valakirin. Piştî rojekê em hatin girtin, em birin heman qawîşê. Qwîş boyaxkirî bû û dîwarên wê ji hev ketibûn.”
 
'Girtina me parçeyek ji xeleka bêhiqûqiyê ye'
 
Rojnamegeran bal kişandin ser rewşa hikumetê û gotin, “Di 5 mehên dawî de 26 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin. Xebatkarên Çapemeniya Azad çima hatin girtin? Atmosfera siyasî ya niha û tiştên berê hatine kirin bersiva vê pirsê dide. Hikûmet hewl dide vê pêvajoya ku qeyrana siyasî, civakî û aborî tê de kûr bûye, derbas bike. Ji bo vê jî her cure bêhiqûqî û pêkanînên dijdemokratîk pêk tîne. Girtina me jî parçeyek ji vê xeleka bêhiqûqiyê ye."
 
'Dixwazin em rastiyê nebînin û nebihîzin'
 
Rojnamegeran diyar kirin ku girtina xebatkarên Çapemeniya Azad ji pirsgirêka Kurd a ku birîna giran a welat e, ne serbixwe ye û gotin, “Em bûne hedefa desthilatdariya ku bi polîtîkayên şer nêzî pirsgirêka kurd dibe. Dixwazin em rastiyê nebînin, nebihîzin û neivîsin. Çapemenî nebîne, nizanibe civak jî nizane. Lê me dît û em bêdeng neman. Hikûmeta ku piraniya medyayê kontrol dike, hewl dide çapemeniya ku nikare kontrol bike bitirsîne. Hikûmet bi girtina me hewl dide civakê biçewisîne û bitirsîne. Nûçeyên ku me li qadan çêkirin, tweetên ku me şandin, bernameyên ku me pêşkêş kirin,  mijara 'sûcdarkirina me ne'. Em bi xebatên xwe yên rojnamegertiyê tên darizandin. Ji ber ku ev dosya ne sedema binçavkirinê bû lê em hatin girtin.”