ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 28 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*Ji Belçîkayê parêzer Selma Benkhelîfa der barê nameya şandine wezareta dadê de axivî û got: “Ev nameyek rast bû. Ji Ewropa ji 300’î zêdetir parlamenterî, ji cîhanê jî ji 700’î zêdetir parlamenterî got ‘Em parêzerên Ocalanin û dixwazin doz bê vekirin.’Divê em li dijî otorîterên li welatê xwe bikevin tevgerê.” DÎMEN HEYE
 
* Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ku ji bo girtiyan edaletê dixwazin gotin, "Astengî me bêzar nakin û em ê her daxwaza xwe ya edaletê dubare bikin." DÎMEN HEYE
 
*Li erdnîgariya Kurd wek jin wek zarok tiştên ku min şahidiya wan kiriye pir nas bin jî bi bandora paşerojê re riya min bi çapemeniya azad re hat gel hev. Ez li Enqereyê bi Habîbe, Selman û Denîzê re xebitîm. Li herêmên din jî xebitîm. Ez bûm şahida travmaya zarokên ku yek gotinek nedianîn ser ziman. Hevalên min tiştên giran pir dîtin… JI PÊNÛSA JINAN