Dewleta Tirk êrîşî Şehba û Efrînê kir
- 11:51 27 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk di 24 saetên dawî de li kantona Şehba, gundên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê da û 20 dever topbaran kir.
Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Bîlançoya êrişên 24 saetên dawî yên li ser kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê wiha ye:
Balafirên şer ên dewleta Tirk saet di derdorê 01:00'ê de balafirgeha Minix, gundên Meranaz û Şewarxa yên navçeya Şerayê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, dewleta Tirk gundên Şewarxa, Tineb, Tarmeraş, Malikiyê, Meranaz û Elqemiyê yên navçeya Şêrayê topbaran kirin. Li navçeya Şêrawayê jî gundên Meyase, Soxanekê, Herşa Soxanekê, Bênê, Aqîbê û rêya di navbera gundên Aqîbe, Qintêra û Bênê de hatin topbarankirin. Li kantona Şehbayê jî artêşê Til Enab, Semûqa, Til Medîq, Şêx Îsa, Bêlûniyê, balafirgeha Minx, Til Acar û Til Rifetê dan ber topan.
Li gorî agahiyan ev dever bi 317 guleyên hawan, obîs û tankan hatine hedefkirin.