Li Mêrdînê serdegirtina malan

  • 11:39 27 Mijdar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeyên wê di serdegirtina malan de yek jê jin herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. 
 
Li Mêrdîn û navçeyên wê polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girt. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinê de polîsan bi pêlavên xwe yên herî ketine malê û di dema lêgerînê de jî mal belav û û tevlihev kirine.
 
Hat zanîn ku di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, li Nisêbînê rêvebira navenda Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Emîne Akyuz û welatiyê bi navê Zinar Akdogan, li Qoserê hevserokê berê yê şaredariyê Îsmaîl Asî, li Artûklûyê jî rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fettah Tekîn hatiye binçavkirin.
 
Sedema binçavkirina 4 kesan nayê zanîn. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine midûriyeta polîsan a Mêrdînê.
 
Hejmara binçavkirinan dibe ku zêdetir be.