‘Dewleta tirk bi êrîşan nikare vîna gelê Kurd bîşkîne’

  • 09:03 27 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Gulistan Şahin
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişlo diyar dikin ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta tirk axa xwe biparêzin û gotin: “Em ê bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ şehîdên xwe bispêrin dilê xwe û em ê têkoşîna xwe li hember van êrîşan domdar bikin.”
 
Şoreşa Rojava wek Şoreşa jinan tê pênaskirin. Ji ber ku di 2014'an de DAÎŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê kir, gelek mirov bi awayekî hovane hatin qetilkirin û bi sedan jin jî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin. Li hemberî vê bi pêşengiya jinên şoreşger YPJ/YPG ji bo gel bû mertal. Bi fedakarî û wêrekiyek bêhempa li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer hate kirin. Rojava ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin û di bin sîwana sîstema Netewa Demokratîk de jiyanek wekhev hat avakirin, lê dewleta tirk tucar îredeya Gelê Kurd qebûl nekir ji ber vê her tim êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. di 2018'an de Efrîn dagir kir, di 2019'an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û her bi balafirên şer û keşfê êrîşî gelê herêmê kir. Dewleta tirk bi hinceta teqîna taksimê ya Stenbolê ji 19'e Mijdarê ve bi dijwarî bi balafira şer, çekên giran û keşîfê erîşî Rojava dike. Şêniyên bajarê Qamişloyê bertekên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk parve kirin.
 
'Em xwediyê 12 hezar şehîd in' 
 
Endama Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Necah Gulo êrîşên dewleta tirk şermezar kir û da diyarkirin ku  dewleta tirk bi êrîşên dagirkeriyê dixwaze Gelê Kurd qir bike û destnîşan kir ku ew ê  bi çalakiyên xwe dengê xwe bigihînn cîhanê û wiha pê de çû: "Dewleta tirk dewletek dagirker, faşîst û terorist e, ji ber vê êrîşî me û şervanê azadiyê dike. Dewleta tirk li axa Başûrê Kurdistanê li hember şervanên azadiyê nikare şer bike û pilana xwe pêk bîne, ji ber vê berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û bi top û balafirên şer, êrîşî gel dike. Hedefa dewleta tirk Kurdan tune bike. Dewleta tirk li ku derê dişkê berê xwe dide cihekî cuda, ji ber wê êrîşî gund û bajaran dike. Em bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin. Em ji dewletan daxwaza alikariyê nakin, tenê em daxwaz dikin ku herkes bi erka xwe rabin. Dewleta tirk li ber çavê tevahî cîhanê zarok û jinan qetil dike û dixwaze me qir bike. Dawiya Erdogan tê, lewra bi rêya vî şerî dixwaze temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Dewleta tirk dibêje em li beramberî 'terorê' şer dikin, lê 'terorê' di welatê xwe de xwedî dike û bi hevkariya çeteyan êrîşî me dike. Dewleta tirk binketina çeteyan qebûl nekir, ji lewra îro tola çeteyan hiltîne. Wehşeta dewleta tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê li dijî Gerîla, her wiha şewitandina leşkerê xwe û qetilkirina gelê Rojavayê Kurdistanê radixîne li ber çavan. ”
 
‘Li hember êrîşan asta têkoşînê mezin bikin’
 
Necah  destnîşan kir ku 12 hezar pakrewan ev ax parastin û ew ê xwedî li ked û xwîna pakrewanên xwe derkevin û got: “Divê dewleta tirk ji ber teror û hovitiya xwe ya li hember kurdan ku bi salane pêk tîne, bê dadgehkirin. Em ê li ser axa xwe bin û pê doza Rêber Apo û şehîdên xwe bin. Em bi felsefe û ramanên Rêber Apo mezin bûne, loma em şagirtê Rêber Apo ne. Em îro xwedî 12 hezar şehîd in û ew şehîd ji bo axa xwe ji çete û dijminan biparêzin canê xwe feda kirin. Li hember ewqas kiryar, komkujî û hovitiya dewleta tirk, hemû cîhan ker, kor û lal e. Em ê li beramberî hemû êrîşên dewleta tirk li ser piyan bin û li ber xwe bidin. Em ê bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ şehîdên xwe bispêrin dilê xwe û em ê têkoşîna xwe li hember van êrîşan domdar bikin.”
 
'Em wek ciwanên Kurd ax û welatê xwe biparêzin'
 
Xwendevana Zanîngeha Rojava, Ara Îsmail Ehmed da xuya kirin ku ew êrîşen dewleta tirk û bêdengiya cîhanê qebûl nakin, wek ciwan ji bo parastina welat û  axa wan çi pewist be ew ê bikin û wiha domand: "Ez êrîşê dewleta tirk a dagirker şermezar dikim. Dewleta tirk nahêle ku em jiyanek aram bijîn. Hertim bi balafirên şer êrîşî me dike. Gelê me di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest didin. Dewleta tirk a dagirker hertim derheqê me de biryaran digire. Em wek civan bang li gelê Kurd ê her aliyên Kurdistanê dikin ku xwedî li ax, welat û hebûna xwe derkevin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û xwedî li axa xwe derkevin."
 
‘Dewleta tirk binkeftina DAÎ'ê qebûl nekir’
 
Jina bi navê Merdin Şemsedin di axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk ji îradeya gelê Kurd ditirse ji ber wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di heman demê de daxwaz ji gelê Kurd û cihanê kir ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û wiha gotina xwe parve kir: "19’ê mijdarê dewleta tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dewleta tirk binkeftina DAÎŞ'ê qebûl nekir ji ber vê niha êrîşê me dike. Em wek gelê Kurd xwedî îrade ne, li hemberî top û balafirên dewletan em li ber xwe didin û em ê li pey şopa şehîden xwe bin. Pewist e her aliyên Kurdistan û cihanê bêdeng nemîne, gelê me rabin ser piyan."