Dewleta Tirk Kobanê bombebaran kir
- 10:22 20 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk bombe li Girê Miştenûrê yê Kobanê barand. Tê gotin, ku ji ber bombardûmanê birîndar hene.
Dewleta Tirk bi dema herêmî saet di 09:30'î de bi balafiran bombe li Girê Miştenûrê yê Kobanê barand. Hate ragihandin ku bombardûman herî kêm sê caran hatiye kirin û ji ber bombardûmanê birîndar hene. Li ser êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Dewleta Tirk şevîdin jî bombe li Kobanê, Şehba, Dêrik û Zirganê barandibû.
Bi dema herêmî saet di 01:00 de bombe li hêzên Şamê yên li gundê Til Hermel ên li bakurê herêma Zirganê ya Kantona Hesekê hatibû barandin. Di êrîşê de 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan, hinek jî birîndar bûn.