Roja Mafên Zarokan: Gumanbarên bi sedan zarokên Kurd bêceza ne

  • 10:17 20 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê gotinên der barê mafên zarokan yên li Tirkiyeyê de, rastiya qetilkirina bi sedan zarokên kurd û bêcezahiştina gumanbaran naguhere.
 
Ji bo parastina zarokan û başkirina şert û mercên jiyanê di 20'ê Mijdara 1989'an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve "Peymana Mafên Zarokan" hat îmzekirin û 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê hat îlankirin. Tevî ku Tirkiye ji sala 1994'an û vir ve yek ji wan peymanan îmze kiriye jî, binpêkirina mafên zarokan li vî welatî roj bi roj zêde dibin . Tê dîtin ku ev binpêkirinên mafan her ku diçe ber bi herêmê ve duqatan zêde dibe. Enes Ata, Ceylan Onkol, Helîn Şen, Ugur Kaymaz, Cemîle Çagrîga, Şahîn Oner, Ayaz Ozdemîr, Furkan Oner, Cîhat Morgul, Rozerîn Çukur, Efe Tektekîn û bi dehan zarokên din di encama polîtîkayên şer ên dewletê de hatin qetilkirin.
 
Ugur Kaymaz
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de Ugur Kaymaz ê 12 salî bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li ber malê polîsan gule li wan reşand û ew qetil kirin. Polîsan 13 gule li bedena Ugur Kaymaz ê 12 salî xist. Her wiha polîs çeka keleşe jî danî ber serê wan. Piştî bûyerê bi demek kin Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û Ugurê biçûk û bavê wî wek “terorîstê amadekariyê çalakiyê dikir” ragihand. Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê der barê polîsên gumanbar de di 18’ê îlona 2007’an de biryara beratê da. 
 
Enes Ata û Mahsum Mizrak
 
Enes Ata (8) di sala 2006’de li Amedê ji aliyê dewletê hat qetîl kirin. Her wiha heman dîrokê de Mahsum Mizrak (17) li Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Delîl hatin reşkirin û  polîsên gumanbar beratkirin.
 
Ceylan Onkol
 
Ceylan Onkol l(12), 28’ê Îlona 2009’an de dema ku li çiyayê gundikê Xambaz ê girêdayî gundê Kanîsipiyê yê navçeya Licê ya Amedê pezê diçêrandin bi topa hawanê ku ji qereqolê hat avêtin jiyana xwe ji dest da. Dozgerê Komarê sê roj şûnde bi hinceta ewlehiyê bi helîkopterê çû cihê bûyerê û di 30’ê Nîsana 2014’an de dozgeriya komarê ya Licê got rapor û daneyên der barê tespîtkirian gumanbaran kêmasin û biryara lêgerîna daîmî da ser dosyayê.Lê dozger got delîlên têr tunene û doz venekir. 
 
Cemîle Çagirga
 
Di 4’ê Îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran tîmên taybet ve hat dorbeçkirin û ji aliyê Walitiya Şirnexê ve bi ragihandina qedexeya derketina derve re êriş û topbaran hat destpêkirin. Li navçeyê êrişan 9 roj berdewam kir. Di 12’ê Îlonê de qedexe hat rakirin. Cemîle Çagirga (10) li hewşa mala xwe dibe armanca êrişan û tê guleberankirin û li hewşa malê jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber ku nehiştin cenazeyê Cemîleyê rakin nexweşxaneyê, ji bo ku cenaze xera nebe, dayika Cemîleyê dest û porê keça xwe hine kir û di sarincê de veşart.Doza Cemîleyê jî ket ber demboriyê.
 
Cîhat Morgul
 
Xwendekarên pola dawî ya dibistana navîn Cîhat Morgul li taxa Fatîhpaşa ya Sûrê  di dema qedexeyan de di Sibata 2016’an de hat qetilkirin. Lêpirsîna der barê qetilkirina Cîhat de hat destpêkirin biryara ‘cih ji lêpirsînê re tune’ hat dayîn.  Îtîraza parêzeran jî hat redkirin.
 
Rozerîn Çukur
 
Rozerîn Çukur ya 17 salî di 8’ê Çileyê 2016’an de ku qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê didomiya de hat qetilkirin û cenaze 5 meh şûnde dan malbatê. Ji bo lêpirsîna hat vekirin jî biryara ‘cih ji lêpirsînê re tune’ hat dayîn.
 
Efe Tekîn
 
Li taxa 5 Nîsan a Baglar a Amedê di 11’ê îlona 2019’an de zarokê 5 salî Efe Tekîn  ku diçû nan bigire wesayîta zirxî lê ket û qetil kir. Runiştina polîsê gumanbar Îdrîs Aksoy di 29’ê Adarê de hat dîtin û gumanbar berat kir.
 
Muharrem Aksem
 
Li gundê Micid ê bi ser navçeya Eyyubiye ya Rihayê ve di 23’ê Adarê de   Muharrem Aksem ê 16 salî ku şivantî dikir, mirî hat dîtin. Hat zanîn ku cenazeyê Muharrem ê ku di navbera gundê Micid û Qinegûrê de hatibû dîtin, laşê wî parçe bûbû û laşê wî ji guleyan bûbû mîna seradê.   Der barê rewşa darazê de jî hîna tu pêşketin tune.
 
Nîhat Kazanhan (12), Bunyamîn Îrcî (14), Selman Agar (9), Hakki Kulte (13), Fatma Elarslan (13), Huseyin Ertene (16), Mehmet Mete (10), Aydin Mete (17), bebek Mîray, Orhan Aslan (16), Muhammed Aydemîr (15) û bi sedan zarokên din kujerên wan bê ceza hatin hiştin.