Li Silêmanî komxebata têkildarî 'Bikaranîna çekên kîmyewî'

  • 16:27 19 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmanî li ser bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk a ve komxebatek hat organîzekirin. Komxebat bi beşdarbûna gelek rojnamevan, lêkolîner û akademisyenan bi nîqaşan berdewam kir.
 
Danê nîvro li Otela Ramadan a li parêzgeha Silêmaniyê komxebatek li ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve bi sponsoriya Dezgeha Medyaya Sharpress dest pê kir.
 
Hêjmarek zêde de rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan û pisporên gazên kîmyawî beşdarî komxebatê bûne û li ser bandor û metirsiya çekên kîmyawî ya li ser jîngeh û mirovan nîqaş hatin kirin.
 
Komxebat bi navê Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci hat binavkirin.
 
Biryar e di dewama komxebatê de, 3 lêkolîner bandora berdewam a karanîna çekên kîmyewî ya li ser jîngehê, binpêkirina yasaya navneteweyî ya qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî û berdewambûna jenosîta li ser gelê Kurd di panelekê de pêşkêş bikin.
 
Her wiha biryar e di dawiya komxebatê de encamnameya komxebatê wek raporekê pêşkêşî Parlamentoya Ewrupayê were kirin. Heman demê de li gel raporê wê îmze û gilî jî li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ku binpêkirina yasayên navneteweyî ye dê were şandin.
 
Hêjayî gotinê ye Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla dewleta Tirk a li dijî gerîlayên HPG’ê de axivî bû û di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 26’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin.
 
Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li dozgeriyê ku 4 saetan domiya, dozgeriyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir. Di 37’ê Cotmehê de Dadgeriyê, piştî navbera 15 deqeyan biryara girtina Şebnem da. Şebnem, birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê.