Konsera 25'ê Mijdarê ya Komeleya Dema Jinê hat astengkirin

  • 16:00 19 Mijdar 2022
  • Rojane
 
STENBOL- Konsera ku dê Komeleya Dema Jinê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li dar bixista û wê Rewşan Çeliker beşdar bibaya bi hinceta "ewlehiyê" hat astengkirin. 
 
Komeleya Dema Jinê dê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de di 19'ê mijdarê de li Navenda Çandê ya Cemil Candaş Kent a Şaredariya Şişliyê bi beşdariya hunermend Rewşan Çeliker konsera piştevaniyê li dar bixista. Konser bi hinceta "ewlehiyê" hat astengkirin. Şaredariya Şişliyê diyar kir ku qeymeqemtiya Şişliyê konser asteng kiriye. 
 
Li ser vê yekê komeleyê daxuyanî da û got wê di dîrokeke pêş de ji bo piştevaniyê dîsa bi jinan re werin gel hevdu.