Jinan ji bo Meryem Sevim dengê xwe bilind kirin: Em ê şopdarê pêvajoyê bin

  • 12:58 19 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
AMED - Tora Têkoşîna Li Hember Tundiyê ya Amedê derbarê Musa Sevîm ê Meryem Sevîm qetil kiriye û 7 roj in nehatiye girtin li perqa Koşuyoluyê daxuyanî da. Endamên Torê, malbat û hevalên Sevîmê di daxuyaniyê de daxwaza girtina demlidest a kujer kirin.
 
Tora Têkoşîna Li Hember Tundiyê ya Amedê derbarê Musa Sevîm ê Meryem Sevîm qetil kiriye û 7 roj in nehatiye girtin li ber bîranîna Mafê Mirovan ya li perqa Koşuyoluyê ya girêdayî navçeya Rezana Amedê ye daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên li ser  nivîsên “Ji bo Meryem Edalet”, “Musayan Pak neke, Darizîne”, “Em Ne Di Şînê, Di Serhildanê De Ne”, “Bila Musa Sevîm Were Girtin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Qetilkirina Jinan Polîtîk e” hatibûn nivîsandin hatin rakirin. Malbata Meryem Sevîm, hevalên wê û pêkhateyên Torê di daxuyaniyê de amade bûn.
 
Beriya daxuyaniyê hewarên malbatê bilind bûn
 
Xwişka Meryem, Hulya Kurmuş bi hewaran qêr kir. Hulya temaşeyê polîsan kir û ji wan re got: “Ev 7 roj in kujer nehatiye girtin. Ka mobeseyên vî bajarî, ka polis û ka dad. Gelo çawa dibe ku hîna nehatiye girtin. Hûn wî li ku vedişêrin. Wî bi 9 guleyan jinek qetil kir. Dijmin di şeran de van yekan li hev nake. 9 guleyan canê xwişka min girt. Ew biçûka malê, delaliya diya min bû. Ew îro ne li gel me ye. Ew ji me stendin û hesab jî jê nayê pirsîn. Heya ku qanûnek van sûcan teşhîr bike dernekeve wê hîna gelek Meryem werin qetilkirin. Min berê di medyayê de qetlîama jinan didît. Min nedizanî wê rojekê dora me jî were. Hûn hûn bin bêdeng nemînin. Ger hişmendî ev be wê dor bigihêje we jî. Ez xelkê Amedê me, bi Tirkî û bi Kurdî ji we re qêr dikim. Bila herkes min fam bike û min bibihîse.”
 
‘Çima ev bêdengî’
 
Hulya li derdora xwe bang kir û got: “Ji bo were bihîstin qêr dikim. Ji bo were famkirin bi her zimanî diaxivim. Ez bêdeng nabim. Hûn jî bêdeng nemînin. Ez îro xwe dispêrim edaleta we. Hûn kujer bibînin û darizînin. Na ku 7 roj in nayê dîtin pêwîst bû bibe rojev. Ger ev bajerekî din ba wê hatiba qalkirin. Li bajarekî din pisîkek were qetilkirin tê qalkirin û tê bihîstin. Lê li vir jinek hat qetilkirin. Îro çima di meclîsê de nayê qalkirin. Çima herkes ker û lal e.”
 
‘7 roj in qetilkar nehatiye girtin’
 
Piştî van gotinan li ser navê Torê endama Baroya Amedê ya Navenda Mafê Mirovan Songul Argunaga metna daxuyaniyê xwend: “Ber bi 25’ê Mijdarê ve mixabin jinek din hate qetilkirin. Meryem a ku bi israr nedixwest gel Musa Sevîm hevaltiya xwe bide berdewamkirin rastî tundiya derûnî dihat. Ji ber ku Meryem daxwaza zewacê ya Musa erê nekir bi awayekî wehşane hate qetilkirin. Piştî Meryem hate qetilkirin di derbarê Musa de biryara girtinê hate girtin. Lê belê 7 roj in hîna nehatiye girtin.”
 
‘Cesaretê didin mêran’
 
Songul got em dizanin bêtehmiliya mêr a li dijî vîna jinê berhemê hişmendiya vê sîstemê ye. Songul wiha pê de çû: “Qetilkirina jinan polîtîk e û faîlê mirina her jinekê dewlet bi xwe ye. Em nikarin van êrişên mêr ên li ser jinê ji sîstemê qut bifikirin û bînin ziman. Li beramberî vê li hemberî têkoşîna jinan gotinên bi kîn, aktivîstên mafê jinan hedef tên nîşandan û çekdariya kesî rê li ber tundiya jinê jî vedike. Bi van qanûnan û betalkirina qanûnên jinan cesaretê didin mêran.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Qetilîamên Jinan Polîtîk in”, “Musa Sevîm Bila Were Girtin” re bi dawî bû.