Hêlîn Eguz a ket ber makîneya çirçirê, jiyana xwe ji dest da

  • 10:40 19 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÊLIH - Hêlîn Eguz a ku li fabrikaya pembo dixebitî ket ber makîneya çirçirê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Hêlîn Eguz a 21 salî ku li fabrikaya pembo dixebitî ket ber makîneya çirçirê û jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn Hêlînê hefteyeke berê dest bi kar kiriye û bêsigorta hatiye xebitandin.