Jinên Wanê: Amadekariya êrîşên nû ye

  • 09:02 19 Mijdar 2022
  • Rojane
 
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanê teqîna li Stenbolê ku bi xwe re êrîşa li hember Kobanê anî rojevê da û got: “PKK sivîlan nakuje. Ev amadekariyek êrîşê ya nû ya desthilatdariyê ye.”
 
Li Kolana Îstîklal a Beyoglu ya Stenbolê di 13’ê Mijdarê de teqîn pêk hat, 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 81 kes jî birîndar bûn. Di saetên ewil ên teqînê de rayedaran îdia kirin ku ‘agahiyên manîpulatîf tên parvekirin’ û înternet asteng kirin.
 
Piştî teqînê  parêzera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD)  Jiyan Tosun û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn heef hatin girtin û îdia kirin ku yên teqîn kirine li Kobanê perwerde dîtine. Jinên Wanê bertek nîşanê rewşê dan.
 
‘Em êrîşa li hember Rojava qebûl nakin’
 
Jina bi navê Hatun Kutluk da zanîn ku ji şer encam nayê gitin û ev êrîş ji aliyê PKK’ê ve nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: “ Êrîş li bajarê herî mezin ê welat li kolana herî qelebalix hatiye kirin. Li şûna lêkolînan bikin bûyer avêtin ser PKK’ê. Dibêjin PKK’ê kiriye. Lê em bawer nakin. Divê demildest bûyerê ronî bikin. Vê dikin hincet û dixwazin êrîşî Rojava bikin. Em vê qebûl nakin.”
‘Em ê biserkevin’
 
Nîharî Kiymak jî wiha anî ziman: “Em di aştiyê de israr dikin ew jî şer ferz dikin. Em dixwazin bi nasname û zimanê xwe bijîn. Êdî bes e. Şerê qirêj tê meşandin. Bi salane me qetil dikin. Êdî dawî li vê zilmê bînin. Em dixwazin bi çanda xwe bijîn. Qeyûman tayînê şaredariyên me dikin. Siyasetmedarên me digirin.”
 
‘Bila tecrîd rabe’
 
Heliya Sagukbulak jî destnîşan kir ku israra wan ev e ku gelê Kurd bikin bin kontrola xwe û wiha betek nîşan da: “Em ê ji bo gelê xwe rabin ser piyan. Ev daxwazên mirovî ne. Em Kurd azadiyê dixwazin. Li dijî gelê Kurd zilma mezin dikin.Banga me ev e ku bila dest ji vê zilmê berdin. Bila girtiyên siyasî berdin. Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin.”
 
‘Amadekariya operasyonê ye’
 
Gulîzarê balkişand ser êrîşa li Stenbolê û ev tişt diyar kir: “PKK û Kud êrîşên wisa nakin. Li dijî sivîlan vê êrîşê nakin. Derewan dikin. Ji bo amadekariyeke operasyonê vê bûyerê diavêjin ser PKK’ê.”
 
Gulê Kutluk jî wiha anî ziman: “Ew jî baş dizanin ku Kurd êrîşek wisa nakin. Derewan dikin. Ez ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazim. Ji bo amadekariya şer vê diavêjin ser Kurdan. Em vê qebûl nakin. Êdî bila kes li dijî şer bêdeng nemîne.”