Jinên çûn serdana Emîne Şenyaşar: Em ê têkoşînê mezin bikin

  • 16:44 18 Mijdar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Jinên ku Emîne Şenyaşar a 620 roj in li ber Edliyeya Rihayê di Nobeda Edaletê de ye ziyaret kirin, gotin, “ Ji vê neheqî, tundî, jiyana ku hûn li ser me ferz dikin re ‘Edî Bes e’. Em ê li van xakan têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê bê navber mezin bikin.”
 
Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) starta çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê di serdana Emîne Şenyaşar a ku 620 roj in li ber avahiya  Edliyeya Rihayê di Nobeda Edaletê ye da. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl jî beşdarî daxuyaniyê bû û jinên endamên KESK'ê yên bajarên derdorê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û endamên Platforma Jinan a Rihayê jî di daxuyaniyê de amade bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Em tayê porê xwe, mafên xwe, azadiya xwe diparêzin, berxwedana xwe mezin dikin" hat vekirin.
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl axivî û da zanîn ku dê li dijî her cureyên tundiya li jinan tê kirin têbikoşin. Şûkran, bi lêv kir ku dayika Emîne Şenyaşar ev 620 roj in li dijî tundiya “mêr-dewlet” têdikoşe û wiha bi dawî kir: “Dê di hefteyên pêş de jin li her kolan û qadan li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin. Îro li pêşiya Edliyeya Rihayê di şexsê Emîne Şenyaşar de bêedaletî û bêhiqûqiyeke mezin tê kirin. Em dibêjin ku xwedî li vê dozê derdikevin. Têkoşîna li dijî zaliman her tim bi ser ketiye. Hewl dana me ew e ku deng û qêrîna Xwîşkên Mîrabal ku 62 sal berê ji hêla dîktatoriya faşîst ve hatibûn qetilkirin û yê dayika Emîne Şenyaşar bikin yek. Jin tu carî bêden nebûn, teslîm nebûn û serî netewandin. Bi gotina dayika Emîneyê em jî dibêjin ‘êdî bes e.’ Em ê têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê ya vê xakê roj bi roj mezintir bikin.”
 
Piştî axaftina Şûkranê, metna 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a KESK’ê ji hêla Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher ve hat xwendin Emîne Şenyaşar jî xwest ku êdî zilm bi dawî bibe. 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadi" bi dawî bû.