Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome

  • 12:04 18 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi têkoşîna gel didome. 
 
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî û ji bo azadiyê bê navber dewam dike. Raperîna gelên Îran û Rojhilat di salvegera xwepêşandanên sala 2019’an de dewam dike. Tevî serma û barîna baranê jî duh bi şev welatî daketin kolanan.
 
Ji bajarê Xoy bigire heya bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. Bi taybet li Urmiye, Mahabad, Bokan, Seqiz, Dîwander, Sine, Kamyaran, Kirmaşan, Abdanan û Îlamê çalakî pêk hatin.
 
Li gorî agahiyan li Sine du xwepêşanderên bi navê Aram Hebîb û Şaho Behmanî, li Bokan, Mahabad û Seqizê jî 3 xwepêşanderên bi navê Xefur Mewludî, Azad Hisên Pur û Rehman hatine kuştin. Bi dehan kes jî li van bajaran birîndar bûne.
 
Cenazeyê Mihemed Hesen Zade ku şeva borî hatibû kuştin, li bajarê Bokan bi merasîmekê spartin axê. Di dema veşartina cenaze de, bê navber dirûşmên li dijî dewleta Îranê hatin qêrin. Di merasîmê de behsa pêşengtiya jinan ya di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hate kirin û piştgiriya xwe ji bo jinên pêşeng anîn ziman.
 
Li Sineyê çileya 4 kesên di xwepêşandanan de hatibûn kuştin hate kirin. Di merasîmê de bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn.
 
Li Îranê jî tevî serma û baranê jî xelk daketin qadan. Li Tahran, Meşhed, Babol, Tewrêz, Bender Ebas, Masal, Şîraz, Esfehan û gelek bajarên din çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Vê carê li bajarê Xumeyn jî cihê ji dayîkbûna damzerênerê Komara Îslamî ya Îranê Ruhula Xumeynî jî pêk hat.
 
Hêjayî gotinê ye duh Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ku navenda wê li Ewropa ye bîlançoya raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî eşkere kir.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di raperîla gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 342 kes hatine qetilkirin, ji vana 42 kes zarok in û 26 jê jin in. Di raporê de tê gotin ku xetereya cezayê darvekirinê li hinek kesên hatine girtin were birîn heye û wiha tê gotin: “Saziya Dozgeriyê ya Komara Îslamê saziyek serbixwe nîne. Belkî beşeke ji amûra çewisandinê ya rejîmê ye. Biryara dane şermezar dikin û weke nerewa dibînin.”