TAJÊ starta çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê da

  • 10:13 18 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJ'Ê têkildarî  çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê ku wê li dar bixwe daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em ê qêrîna xwe ya azadiyê bi dirûşma 'Jin, jinyan, azadî' bidomînin, parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rê li ber fermanên nû bigirin“
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya Ser Jinan a nêz dibe, daxuyaniyek nivîskî da û got: “Rêber Apo sedsala 21’emîn wekî sedsala azadiya jinê pênase kir.  Jin jî wekî pêşengê vê sedsalê, jinên ku li dijî şidetê, destdirêjiyê, qirkirina jinê û komkujiyan e, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ têkoşîna azadiyê bilind dikin û dibin pêşengên têkoşîna azadiya gelan.“
 
Berdewamiya daxuyaniyê TAJ'ê wiha ye:
 
“ Wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, me bi dirûşma ‘Em ê xwe ji fermanan biparêzin azadiya jin û civakê mîsoger bikin‘ kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Ev kongre di rojeke girîng a jinên Êzidî de, di salvegera rizgarkirina Şengalê de ango di 13’ê Mijdarê de hate lidarxistin. Di heman demê de kongreya me rastî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hat ku me fermana li ser jinên Êzidî wekî şîdeta herî mezin nirxand û me girîngiya têkoşîneke hîn rêxistinî ya li dijî vê şîdetê destnîşan kir.
 
Dîroka 3.8.2014‘an, ji bo jinên Êzidî bûye roja ferman û qirkirinê. DAÎŞ ku bi piştgiriya dewletan ve hatiye avakirin êrîşê Şengalê kiriye, bi hezaran jin û zarokên me dîl hatine girtin, li sûk û bazaran hatine firotin. Bi sedan jin rastî destdirêjiyê hatine, di komkujiyê re derbas bûne. Di nav agiran de zindî zindî hatine şewitandin û qetilkirin. Zext li gelek jinan hatiye kirin ku dest ji baweriya xwe berdin. Ev hemû kirin, di sedsala 21’emîn de li ber çavê hemû dinyayê hatine jiyan kirin û tu dewletî destwerdana vê rewşê nekiriye. Şideta zilam-dewletê, di şexsê jinên Êzidî de xwestiye hemû jinan rastî qirkirinê bîne û bi tirsê rapêçîne. Ji ber van hemû kirinan, lazim e ji DAÎŞ, dewleta Tirk û PDK’ê hesabê qirkirina Êzidiyan û qirkirina jinên Êzidî were xwestin û em ê vê hesabê bixwazin.
 
Pergala zilam-dewletê pêkanînên xwe yên şidetê ya li ser jinan roj bi roj berfirehtir dike û berdewam dike. Tu rojek nîne ku komkujiya jinan, destdirêjî û tecawiz neyê jiyîn. Li gel ku ji qirker û tecawizkaran bi tu awayî hesab nayê xwestin, her wiha rê li ber van kirinên wan têne vekirin. Li hemberî jinên şoreşger ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, pêşengiya gelê xwe dikin, êrîşên zilam-dewletê her roj zêdetir dibin. Sara, Pakîze, Nagîhan, Jiyan, Zeynep, Nazê, Jîna Emînî di lêgerîna azadiyê de bûne pêşengên jinan û her wiha bûne tirsa dilê zilam-dewletê.
 
Rêber Apo sedsala 21’emîn wekî sedsala azadiya jinê pênase kir, jin jî wekî pêşengê vê sedsalê, jinên ku li dijî şidetê, destdirêjiyê, qirkirina jinê û komkujiyan e, bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ têkoşîna azadiyê bilind dikin û dibin pêşengên têkoşîna azadiya gelan. 
 
Herî zêde em jinên Êzidî rastî komkujî, ferman û qirkirina jinê hatin. Ji ber bawerî û çanda xwe em rastî şidetê hatin. Li hemberî van hemûyan jî me hêviya xwe ya berxwedanê ji dest neda. Bi hêz, zanebûn  û feraseta azadiyê ku me ji jinên şervan ên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin girtiye, em ê xwe hîn xurtir birêxistin bikin, parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rê li ber fermanên nû bigirin.
 
Di vê çarçoveyê de, wê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê;
 
Bi dirûşma ‘Li hemberî qirkirina jinan !Jin, jiyan, azadî’ Semîner werin dayîn, wê sînevîzyon were pêşandan, platformên nîqaşê werin kirin û roja 25’ê Mijdarê meş were lidarxistin.”