Xwendekarên zanîngehê Meclisa Xwendekarên Demokratîk Îlan kirin

  • 15:49 17 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Ciwanên Welatparêz ên xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku ew di bin banê "Meclisa  Xwendekarên Demokratîk" de kom bûne.
 
Ciwanên Welatparêz ên xwendekarên zanîngehê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew di bin banê "Meclisa  Xwendekarên Demokratîk" de kom bûne. Daxuyaniya ku li Şaxa Hejmara 1 ya Egîtîm Sen a Amedê hat dayîn, gelek xwendekar tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi zaningehên azad û xweser  ber bi civaka demokratîk” hat vekirin.
 
Daxuyaniya kurdî ji aliyê Serhat Taşkin û ya tirkî jî ji aliyê Bestar Guneşlî ve hat xwendin.
 
Serhildana Îranê hat slavkirin
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser serhildana Îranê û anîn ziman ku ew berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê ya ku di pêşengiya jin û ciwanan de bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî pergala serdest a mêr û rejîma faşîst a Îranê hat pêşxistin û 2 meh in dewam dike slav dikin û wiha hat gotin “Em soz didin ku em ê bi enerjiya ku ji ciwanên ronakbîr ên ku di serhildanan de pêşengî kirine, bi taybet li zanîngehên Tehran, Îsfahan û Kirmaşan Razî yên ku ruhê şoreşgerî û berxwedanê tê de bûn, bibin hêza ku pergala kevneperest hilweşînin. Li gorî tiştên ku em îro di serhildanên Rojhilatê Kurdistanê de dibînin; her wiha em dizanin ku avakirina civakek azad û pêşerojeke azad bi pêşengiya jin û ciwanan êdî ne xeyal e. Em xwendekarên welatparêz ên ku di pêvajoyeke wisa de ne ku ji rastiyên civakî rizgarbûn ji wê zehmettir e, di şexsê jin û ciwanan de vîna serhildanê derdixin holê; em bi xwedîderketina çanda berxwedanê û kevneşopiyeke pîroz a ji dîroka xwe derketine rê. Hêzên cîhanî, sîstema kapîtalîst û dewletên netew ji şer, wêranî û krîzê pê ve tiştekî din pêşkêşî mirovahiyê nakin. Di asteke wiha de bûne  ku ji bo domandina hegemonyaya xwe dudilî nabin rêbazên herî qirêj û bêexlaqî b ikar tînin.
 
Berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
 
“Êrîşên faşîst, zext û girtinên ku di pêşengiya polîsan de li ser zanîngehan pêş ketin, gihiştiye lûtkeyê. Ji bilî girtinan, bi rêbazên weke mehkûmkirin, dersînorkirin û cezayên dîsîplînê tê armanckirin ku ciwanên rêxistinkirî ji hev belav bikin. Xebatên tirsandin û aşitkirina ciwanên ku di lêgerîna xwebûnê de ne û li dijî pirsgirêkên civakî seferber in, bênavber berdewam dikin. Ev sîstema perwerdehiyê ya cudaxwaz û biçûkxistî heta bi hûrgilî hatiye bernamekirin û armanca wê nenaskirin û bêşexsiyetkirina zarok û ciwanan, nemaze kurd û etnîsîteyên din. Di bin navê 'yek ziman, yek welat, yek al' de armanc dike ku pirrengî û dewlemendiyê tine bike. Berdewamiya şerê taybet li zanîngehan bi vî rengî bi erka ciwanan a ku gelan bi rê ve dibe, dike yek, kom dike, birêxistin dike, li hev dike û civakê jî dihejîne.
 
 Bersîv xuxrtkirina têkoşîna rêxistinkirî ye
 
Ciwanên ronakbîr ên xwendekar weke beşa herî dînamîk a civakê ku ji hînbûn û pêşketinê re vekirî ye, ji aliyê hêzên antîdemokratîk ve weke potansiyelek xeternak a cidî tê dîtin; Bi zextên fizîkî û rêbazên şerê psîkolojîk hewl tê dayîn bê kontrolkirin. Tevî van hemû rêbazên tirsandinê jî wê bersiv xurtkirina têkoşîna rêxistinkirî be. Ji bo ku zanîngeh û her qadeke civakî demokratîktir, azad û jiyanbartir bikin em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin; Weke ciwanên xwendekar ên ku dê jiyan û civakê ava bikin, em ê ji bo daxwazên xwe yên zanîngeheke azad, xweser, demokratîk û perwerdeya zanistî ya bi zimanê dayikê ya azad têbikoşin. Em ê bibin parêzvanên ziman, wêje, huner û çanda kurdî da ku karibin bibin bersiv ji polîtîkayên qirkirinê yên bê hempa yên li ser Kurdistanê û gelê kurd; Em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin heta ku em mafê xwe yê hînbûn, axaftin û perwerdehiya bi zimanê dayikê misoger bikin.
 
Bi berxwedanê em ê bi ser kevin
 
Di têkoşîna xwe ya azadiyê ya li dijî faşîzmê de em ê bi mîrateya ku ji Heqîyan, Mazlûman û Îboyan girtiye, bibin parêzvanên mafên kedkarên bindest, nasnameya jinê ya ku tê xwestin ku bibe kole û gelên mêtînger. Li hemberî van hemû rastiyan em îdia dikin ku bi hêza ku ji nasnameya xwe ya welatparêzî û dîroka xwe digirin, kevneşopiya xwe ya berxwedanê hembêz dikin. Hêz û îradeya me heye ku em vê atmosfera faşîzmê bi navê analîzkirin û ji nû ve avakirina dîrok û civakê ji holê rakin. Yên ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo derbaskirina statuya qirêj û avakirina civakeke demokratîk pêşengiyê bikin em in. Em dizanin ku rêya xilasbûna ji zincîr û zencîrên ku tê xwestin li stû û destên me werin danîn, yekîtî ye. Li ser van esasan em radigihînin ku em weke ciwanên xwendekar ên welatparêz ên li Tirkiye û Kurdistanê, ji niha û pê ve di bin banê Meclîsa Xwendekarên Demokratîk de xwe bi rêxistin bikin, ji bo wateya berxwedanê û jiyanê li têkoşîna xwe zêde bikin. Bi erka xwe ya ku em bibin pirek di navbera ciwanên Tirkiye û Kurdistanê de û ji bo avakirina pêşerojeke azad çanda demokrasiyê ji gel re ragihînin, em ê bi yekitiya Meclîsa Xwendekarên Demokratîk li ber xwe bidin û bi berxwedanê em ê bi ser bikevin.
 
Komxebatên me destpê dikin
 
Em dizanin ku biryara pevçûnê bi hişmendiya ku azadiya takekesî ne pêkan e û azadî tenê bi têkoşîna rêxistinkirî derbas dibe, wê me di daxwaz û têkoşîna me ya 'Civaka Demokratîk a bi Zanîngehên Xweser - Azad' de xurtir bike. Li ser vê bingehê em ê we vexwînin Komxebatên xwe yên Asayî yên Yekemîn ên Eyaletan ku weke Meclîsa Xwendekarên Demokratîk di 23’ê Mijdarê de li Îzmîrê, 24’ê Mijdarê li Eskîşehîrê û di 26’ê Mijdarê de li Dêrsimê bi dirûşmeya ‘Ji Ciwanên Azadîxwaz re Komxebata’ me ya mezin a navendî ku wê di 3'ê Berfanbarê de li Wan û Stenbolê bê lidarxistin. Em ji saziyên xwe yên welatparêz, gelê xwe yê kedkar û ciwanên xwendekar ên zanîngehê hêvî dikin ku hêza me zêde bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Zanîngehên Azad” bi dawî bû.