DBP'ê 25'ê Mijdarê bi îlankirina Meclîsa Jinê pêşwazî kir

  • 14:53 17 Mijdar 2022
  • Ramyarî
 
WAN -  Nêzî 25'ê Mijdarê DBP'ê avakirina Meclîsa Jinê îlan kir û got:"Em ê li dijî tundî, destdirêjî, tecawiz û zihniyeta baviksalarî, koletiyê, mêtingeriyê jiyana wekhev ava bikin."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Eywana Konferansa Tahir Elçi ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist û avakirina xwe îlan kir. Gelek sazî û dezgeh tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû. Wêneyên Rojnameger Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî li eywanê hatin daliqandin. 
 
Nilufer Ayhan a mafê axaftinê girt da zanîn dirûşma Jin Jiyan Azadî bûye dengê hevpar ê cîhanê û wiha domand:"Em ê li dijî tundî, destdirêjî, tecawiz û zihniyeta baviksalarî, koletiyê, mêtingeriyê jiyana wekhev ava bikin. Ew ê peywira me ya bingehîn ew be ku em sedsala 21'emîn bikin şoreşa jinê. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."