Pêkhateyên herêma Firatê ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilat meşiyan

  • 14:31 17 Mijdar 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Pêkhate û hemû sazî û dezgehên herêma Firatê ji bo piştgiriya serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê meşeke girseyî li dar xistin. 
 
Hemû pêkhate, sazî û dezgehên herêma Firatê ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li bajarê Kobanê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de pankartên  ‘ Bi Rihê Berxwedana Kobanê Em Serhildana Gelê Rojhilat û Îranê silav dikin’ û ‘Jin jiyan azadî’, sûretên Jina Emînî û sûretên cangoriyên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane yên ji Rojhilatê Kurdistanê ne hatin hildan. Bê navber dûrişmên ‘Bijî berxwedana Rojhilat û jin jiyan azadî’ di meşê de hatin berzkirin. Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û qada Ş.Agîd bi dawî bû. 
 
Cihê ku meş lê bi dawî bû li ser navê Kordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zozan Bekîr axaftin kir. Zozan di axaftina xwe de anî ziman ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiya jin û civakê. 
 
Zozan bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir:"Di şexsê jina Kurd Jîna Emînî de em hemû berxwederên ku serhildana Rojhilatê Kurdistanê ev du meh in berdewam dike û jiyana xwe di nav serhildanan de ji dest dane bi bîr tînin. Em bi navê gelê Kobanê serhildan û berxwedanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin. Ji warê berxwedan û tekoşînê em berxwedan û serhildanên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin û em bawer dikin ku wê têkoşîn û doza wan bi ser keve. Çanda civaka wekhev û azad li ser vê axê bingeha xwe avet û wê îro li ser vê axê jî careke din bi têkoşîna jinan vegere çanda xwe ya resen. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî mînaka wê ya herî li ber çav e. Wê bi azadî û şoreşa jinê pirsgirekên civakê jî bên çareserkirin. Wê têkoşîn û berxwedana jinan sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan."
 
Meş bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.